​​​​​​​Heke jin azad nebe, civak azad nabe - HÊVÎ MIHEMED

Dema ku jin zane be û mafên xwe nas bike, wê demê wê îmkanên mîsogerkirina serkeftina şoreşê mezintir bin û dê ev pêvajo ji bo wan dîrokî be ku dê di dîrokê de were nivîsandin.

Beriya ku DAIŞ were Sûriye, Iraq û herêmên din, wêneyeke din a jiyanê ji bo civak, mêr û jinan nîşan dida ku civak hînî wê nebûbû. Tariyê xwe li mêjî, jiyan û rewşê girt. Her tişt reş û tarî bû. Bi vî rengî dixwestin vê peymanê bidin; dema ku rengê reş neyê lixwekirin, ew ola me şaş e û wekî ku em ola xwe paşguh dikin û tiştekî li ser nizanin, ji ber vê yekê ew hatine da ku xeta ola me rast bikin.

Azarên ku civak, bi taybet jinan di dema DAIŞʹê de kişandin, mîna wan di tu serdeman nehatine dîtin.

Lê bi vî wêneyî me ji xwe dipirsî; gelo çawa jinên li Îranê di bin sîwana tarîtiyê de dijiyan ku rastî û bedewiya wan nixumandî bûn û tenê ji bo zewac, pêkanîna pêwîstiyên mal û zarokan dihatin bikaranîn û tiştekî li ser çand an asta fikir û rêvebirina jinan li wir nizanin. Ji ber ku dewleta Îranê jin girtî û nixumandî hiştin û ev yek bi ol û exlaqê ve girê dane. Rejîma Îranê di mêjiyê jinan de ev yek çand ku exlaq tê wateya ku jin dernekevin yan jî li hemberî qanûn û urf û adetên ku hatine rûniştandin, ranebin. Bi van qanûnan û edaletan jiyana jinan di civakê de tengav dikirin. Her wiha bi her xwepêşandaneke jinan re, dewlet dibîne ku dikare jinan biqewitîne, recim bike, ceza û qetil bike, mîna ku jinan gunehek li dijî qanûn û rêbazên ola dewleta Îranê kiriye.

Beşdarbûna jinan di qadên siyasî û aborî de û xuyakirina hêza wan a rêxistinkirî di kar de, dibe sedem ku dewleta Îranê wan bike hedef. Dewleta Îranê bi derxistina qanûn û şerîetên olî re hincetan derdixe da ku rê li ber pêşketina jinan bigire. Ji ber vê yekê em dibînin ku hejmara jinan di qadan de kêm e. Piraniya jinan ên ku di saziyên dewleta îslamê de kar dikin, xizim û alîgirên siyasetmendaran û zilamên dewletê ne.

Dema em dibînin ku rewşa jinan û civakê xirabtir dibe, divê çareseriyeke bingehîn were dîtin ku jin û civakê ji van kiryaran xilas bike.

Di çarçoveya rûdanên li Îranê de, piştî qetilkirina Jîna Emînî hêviyên xilaskirina jinan ji zilmê xuya dibin. Serhildana gel wekî şiyariyeke civakê ji mirinê ye.

Di vê şoreşê de para herî mezin a jinan e ku careke din bi qîrîna xwe ji cîhanê re dibêjin, me hûn ji xewa we şiyar kirin ku mîna xewa Ehil Kehf bû. Jina ciwan a Kurd bi qîrîna xwe bang kir ku ji xewê şiyar bibin ku dewleta Îranê bi salan li ser civak û jinan ferz kiribû.

Ji vir dikarim bibêjim ku ji qîrîna keça Kurd heta qîrîna jin û mêran, bi yekdengî li hemberî rejîma Îranê rabûn û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qberz kirin. Ev dirûşm ku jinan li Îranê berz kir, bingeha xwe ji tecrubeya jinên Kurd û beşdarbûna wan di nava Şoreşa Rojava de digire. Jinên Rojava li hemberî rêxistina DAIŞ’ê ku ya herî xetere li ser jin û tevahî cîhanê ye, şer kir û gavên dîrokî avêtin ku mîna wan di dîroka jinan de nehatine avêtin û bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" serkeftineke mezin misoger kir ku ji jinên li Îranê re bûye mînak.

Di dawiyê de dixwazim balê bikişînin ser gotinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de ku dibêje divê jin destpêkê dîroka xwe, dîroka ku nehatiye nivîsandin, nas bikin da ku bi awayekî durist pêşengiya civakê bikin, divê jin di her tiştî de de xwe bispêrin xwe, ji ber ku ew ê jinan perwerde dike ku dikare şoreşê bi ser bixe. Her wiha divê jin bi rêya tecrubeya jinên Kurd hêz û îmkanên xwe yên rêxistinî û rêvebirinê nas bikin.