‘Heke Tirkiyê moşkên Rûsî werbigire, ceza wê werin ferizkirin’

Senatorê Amerîkayê Lonsey Graham got, tê payîn Tirkiyê di vê mehê de moşekên Rûsî bidest bixîne, her wiha dê li qanûnên Amerîkayê rastî cezayan were. Li ser vî esasî Enqera nikare balafirên şer ên Amerîkayê yên F-35  qezenc bike. 

Bernameyê"Face the Natinon" ku li ser kenala nûçeyan a Amerîkayê CBS, bi senator Amerîkayê  Lonsey Graham hevdîtin çêkir û di vê navberê de pirsa daxuyaniya serokê Tirkiyê Receb Teyyb Erdogan ji Graham hate pirsîn, li ser daxuyaniya serokê Tirkiyê Erdogan a ku dibêje serokê Amerîkayê. Trump teqez kiriye ku ew ê ji mijara sîstema S-400 tu cezayan li ser Tirkiyê nabire, Graham got: “li gorî qanûna Amerîkayê ya (CAATSA) ku di sala 2017`an ketiye meriyetê de, ev yek"Ne pêkan e" û heke Tirkiyê  moşekên S-400 aktîf bike, dê rastî cezayên qanûnê û ev yek jî pêwîstiyeke.”

Graham destnîşan kir ku Kongresê Amerîkayê di heftiya borî de biryara ku heke Tirkiyê moşekên S-400 a Rûsî bikire, dê rastî qedexekirina firotina balafirên F-35 were. Di vê derbarê de Graham got tu rêbazên veguhastina teknolojiya F-35 ji Tirkiyê re, di heman demê de destûra kirîna moşeka Rûsî tune ye.

Di vê çarçovyê de roja Yekşemê di lidarxistina Lûtkeya G20`an de, Erdogan ji rojnamevanan re gotiye ku Trump piştgiriya Tirkiyê di her du dozan S-400 û F-35 dike.

Her wiha Erdogan ji çapemeniyê re got: "Dema mersele dibe girêdayî cezayan, em li berbijêreke din digerin."Paşê Erdogan got, rastî jî Tirkiyê 1,4 milyar dolar beramberî 116 balafirên Amerîkayê daye.

Tê payîn ku serokê Tirkiyê di vê hefteyê de S-400 werbigire û di vê der barê de Erdogan got, di nava hefteyekê yan jî herî zêde 10 rojan de dê yekemîn moşekên S-400 werbigirin. Di heman demê got, wî bi xwe ev yek ji Trump re gotiye û Pûtin bi xwe jî jê re gotiye.

Di heman çarçoveyê de Graham got, Tirkiyê cihê xwe di nava NATO`yê de digire û hêviya çareseriyê ji vê bûyerê re dike û ew naxwazin bi Tirkiyê re şer bikin, lê li gorî qanûna wan  ew ê cezayan li ser Enqerayê bidin ferzkirin.

(eh)

 

 


Mijarên Din