Hekem Xelo:Ocalan xwedî fikir e, lewma dewleta Tirk hesban dike

Hekem Xelo diyar kir ku pirsgirêkên heyî bi saya fikirê Ocalan çareser dibin, lewma dewleta Tirk bi tirs e.

Desthilata Tirk di 21 Cotmeha 2019`an cezayê dispilînê li dijî Abdulallah Ocalan û 3 girtiyên din ên di girtîgeha Îmraliyê de birî û parêzeran ragihandin ku naveroka cezayan veşartiye.Piştî 8 salan parêzerê Ocalan di 2’ê Gulana derbasbûyî de bi Rêbertî re civiya, paşê di 2, 22’ê Gulanê û 12 û 18’ê Tîrmehê de civiyan û herî dawîn jî 7’ê Tebaxê bû.

 Endamê Desteya Rûspiyên Eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hekem Xelo tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Rêbertî gelên Rojhilata Navîn hişyar kir, anku bi rêya felsefeya Neteweya Demokratîk ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêk anîn gel hişyarbûye. Rêber Ocalan ji bo li herêmê pîvanên mirovahiyê li pêş be, projeya Neteweya Demokratîk pêşniyar kir û wiha gelên herêmê dikarin xwe birêxistin bikin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelan bi rêya 7 rêveberiyan xwe bi rêxistin kirin, hebûna xwe parastin.”

Hekem Xelo destnîşan kir ku Rêbertî ji bo mirovahiyê tê dikoşe û wiha pê de çû: “Ev jî tê wateya ku Ocalan ne kesayeteke ji rêzê ye. Lewma divê ji girtîgehê derkeve û di nava gelên herêmê de be. Li gel ku tevahiya gelên herêmê banga derxistina rêbertî ji girtîgehê dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan pirsgirêkên civakê têne çareser kirin. Di halê hazir de fikirê rêbertî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye meriyetê de, lewma dewleta Tirk ji serketina projeyê ditirse. Rêbertî bi fikirên xwe dikare pirsgirêkên heyî çareser bike, ji ber vê yekê hesabên rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêngavê de dikin.”

Endamê Desteya Rûspiyên Eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku Rêber Ocalan hem li Tirkiyê û hem li derveyî wê xwedan rol e û wiha da zanîn: “Dewleta Tirk ji ber siyaseta hikumeta AKP`ê roleke xerab dilîze û heke Rêbertî derveyî girtîgehê buna. Ew ê planên APK`ê yên li dijî gelên herêmê têk biribûna. Rêber Ocalan tevî ku di girtîgehê de ye, lê bi hûrbîniya xwe dikare pirsgirêkên dewleta Tirk çareser bike û Tirkiyê ji xetimandinê derîne, lê ev nayê wateya ku rêbertî ji partiya AKP`ê kar û xebatê dike, lê belê ji gelên herêmê ye.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din