Helbestvan Ahmet Arîf hate bibîranîn

Hunermend Ahmet Arîf ku helbestvanekî Kurd e, ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve hat bibîranîn.

Desteya Çandê ya Herêma Firatê hunermend Ahmet Arîf ku helbestvanekî kurde li navenda çand û hunera Baqî Xido ku li navenda bajarê Kobanê dikeve, bi bîranînin.

Bîranîn bi tevlêbûna bi dehan şêniyê bajarê Kobanê bi deqeyeke rizgirtinê dest pêkir, paşê endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Xebatê Findê diyar helbestvan êşa gel bi helbestan radigihînin û got " Helbestvan Ahmet Arîş hemû helbestên xwe li ser rewşa û rastiya Kurdan bû. Di her helbestên xwe de êşa kurdan vedibêje."

Her wiha helbestvan Dildarê Çeko li ser jiyana Ahmet Arîş axifî û got : " helbestvanan jiyana xwe dikirin xetereyê heta ku rastî û rewşa kurdan ragihînin. Ahmet Arîş yek ji wan e."

Hunermend Ahmet Arîş helbestvanekî kurd e, di sala 1927`an de li Amedê ji dayik bûye. Yek ji berhemên wî helbesta bi navê "Leylim Leylim û Welatê min şehîdmara min e", piraniya helbestên wî li ser rewşa Kurd bûn. Ahmet Arîf di sala 2`êy Hezîrana 1991`an de çû ser dilovaniya xwe.

(şm-sn)

ANHA 


Mijarên Din