Helbestvan Dilbirîn Mihemed di 40 rojiya xwe de hat bîranîn

Rewşenbîr û helbestvan Dilbirîn Mihemed di 40 rojiya wefata xwe de li bajarê Qamişlo hat bîranîn û pirtûka wî hat çapkirin.

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê îro 40 rojiya rewşenbîr û helbestvan Dilbirîn Mihemed li bajarê Qamişlo parka Xwendinê bi bîranî.

Gelek rewşenbîr û malbata Dilbirîn Mihemed tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Paşê Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a şaxê Qamişlo Cemal Çaçan tekildarî jiyana nivîskar Dilbirîn Mihemed axivî û got: “Mamoste Dilbirîn her bi rûkeniya xwe gel keyfxweş dikir.  Tu carî me wî aciz nedît. Keyfxweşiya wî pênûsa wî bû.”

Pirtûka helbestvan Dilbîrîn Mihemed bi navê "Medya Min"di 40 rojiya wî de ji aliyên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê re hat çapkirin û îmzekirin.

Di dawiyê de tekildarî jiyana nivîskar Dilbirîn Mihemed sînevîzyon hat pêşandan.

ANHA

(mk)


Mijarên Din