​​​​​​​Helbestvan Dilzar jiyana xwe ji dest da

Helbestvan Ehmed Dilzar di 101 saliya de li mala xwe ya li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Kurê helbestvan Ehmed Dilzar, Aram Dilzar li ser hesabê xwe yê Facebookê da zanîn ku îro saet di 13.30’an de Ehmed Dilzar koça dawî kiriye.

Navê rast ê Ehmed Dilzar, Ehmed Mistefa Mihemed e. Ehmed Dilzar di 8’ê Çileya sala 1920’an de li navçeya Koyeyê ji dayik bû.

Dilzar di sala 1959’an de bû endamê Yekitiya Wêjevanên Ereb. Di sala 1970’an de, wek yekem endamê Desteya Rêveberiya Yekitiya Nivîskaren Kurd hat hilbijartin.

Ji sala 1974’an heta 1979’an nûnerê Lijneya Eniya Demokratîk a Hewlêrê bû. Her wiha endamê Encûmena Yasanan a Herêma Kurdistanê bû. Di sala 1975’an de endamtiya Encûmena Alîkariyê ya Iraqê ya aştiyê wergirt. Piştre koçî Swêdê kir û li wir bi cih bû.

Cenezayê Dilzar dê li Koyê were veşartin.


Mijarên Din