Helbestvanê Kurd Yusif Berazî hate bibîranîn

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê helbestvanê Kurd Yusif Berazî yê ku bi navê Bê Bihar dihat naskirin di salvegera 11`an a wefata  de bi şevbuherkekê li Qamişlo bibîr anî.

Şevbuhêrk li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar ket. Rewşebîr, nivîskar,  akademîsyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li şevbuhêrkê bûn.

Navend bi wêneyên helbestvanê nemir Yusif Berazî hate xemilandin. Di şevbuhêrkê de sînevizyonek girêdayî serpêhatiya helbestvan hate pêşendan.

Di şevbuhêrkê de hunermend Mihemed Elî Şekir û endama Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Anahîta Sînor hinek helbestên helbestvanê nemir Yusif Berazî vegotin.

Helbestvanê Kurd Yusif Berazî Bê Bihar di sala 1931`yan de li bajarê Babê li bakurê Sûriyê hatiye dinê. Di sala 1954`an de diçe Cizîrê û li bajarê Serêkaniyê dimîne. Di 15`ê Çileya 2009`an de diçe ser dilovaniya xwe.

Helbestvanê Kurd di helbestên xwe de azarên gelê Kurd vegotin. 5 dîwan derxistine jê Serxwebûn û Raperîn. Di sala 1966`an de ji ber kedên xwe ji bo parastina çand û zimanê Kurdî ji hêla rejîma Sûriyê ve tê girtin. Bê Bihar di girtîgehên rejîmî de helbestek bi navnîşan Hebs û zîndan nivîsandibû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din