Helbestvan Mele Yûsif: Parçebûna mala kurdî jehra di beden de ye

Helbestvan Seîd Mele Yûsif parçebûna mala kurdî wek jehra di beden de bi nav kir û got "Divê gelê Kurd gavên durist ber bi pêkanîna yekitiyê ve biavêje û vê jehrê tune bike."

Piştî însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, hêz û partiyên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin yekitiya neteweyî ya kurdî ava bikin.

Di vê çarçoveyê ve gelek civîn hatin lidarxistin. Li gel zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê banga gel a avakirina yekitiya neteweyî zêde bibe ku ji êrişan re bibe bersiv.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û helbestvan Seîd Mele Yûsif diyar kir ku gelê Kurd ji zû de banga yekitiyê dike ku ji palanên dewleta Tirk a dagirker û dewletên mêtîngerên Kurdistanê re bibe bersiv û got: "Însyatîfa fermandarê giştî yê QSD'ê ji aliyê gelê Kurd ve hate qebûlkirin û hêviyê gel ên di yekitiyê de nû kir."

Seîd Mele Yûsif destnîşan kir ku azadiya gel di serî de di yekitiya wan de ye û diyar kir: "Heke em li helbestên hemû helbestvanên Kurd vegerin em ê bibînin ku hemû banga yekitiya neteweyî dikin, ji ber ku yekitiya esasê mayînê ye û bi rêya wê çareseriya doza Kurd pêkan e."

Mele Yûsif diyar kir ku dijminê gelê Kurd heke nakokî di navbera wan de ehbin lê li dijî gelê Kurd, hêvî û mafên gelê Kurd li hev dikin.

'PIŞTÎ HEWLDANÊN YEKITIYÊ, DEWLETA TIRK ÊRIŞÊN XWE ZÊDE KIRIN'

Mele Yûsif destnîşan kir ku piştî ragihandina hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî dewleta Tirk  a dagirker êrişên xwe yên li ser Kurdistanê zêde kirin, niha êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê dike. Mele Yûsif got: "Tirkiyê mayîna xwe bi tunekirina gelê Kurd ve girêdide, divê em vê baş bizanibin, gav paşde navêjin û serî danexin. Siyasetên dijmin êdî eşkere ne, bi me re peymanên aştiyê îmze nake ji ber ku armanca wê tunekirina hebûna gelê Kurd e."

Helbestvan, parçebûna kurdan bi jehra di bedend de bi nav kir û diyar kir: "Divê tevahî gelê Kurd gavên durist ber bi pêkanîna yekitiyê ve bavêjin û dawî li wê jehrê bînin. Divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de  derbarê yekitiyê de biryareke zelal bidin. Divê her kesek kurd hemû hêza xwe ya fikirî û fîzîkî ji bo pêkanîna yekitiyê û parastina destkeftiyan bi kar bîne."

Helbestvan Seîd Mele Yûsif girîngiya yekitiya Kurdî destnîşan kir û got: "Pêwîst e Kurd yekitiya xwe ava bikin, ne tenêê di aliyê siyasî û leşkerî de, lê belê di hemû aliyan de. Ev yek dê bandoreke baş li tevahî gelê Kurd bike, wê demê wê dengê me di qada navdewletî de yek be. Wê demê em ê aboriya xwe xurt bikin û li hemberî hemû kelemê li pêşiya me derdikevin xeta sor bin."

ANHA


Mijarên Din