Helbestvan Mihemed Elî Hiso li ser gora xwe hate bibîranîn

Rewşenbîrên herêma Cizîrê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 6`emîn a wefata wî de helbestvan Mihemed Elî Hiso li ser gora wî ya li navenda Qamişloyê bi bîr anî.

Bi serpereştiya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û Gerînendetiya Çand û Hunerê, îro gelek rewşenbîr û endamên Gerînendetiya Çand û Hunerê û kurê helbestvan Mihemd Elî Hiso, serdana gora helbestvan Mihemed Elî Hiso ya li goristana taxa Hilêliyê ya Qamişloyê kir.

Helbestvan Mihemed Elî Hiso sala 1930`î li gundê Girê Moza yê girêdayî navçeya Amûdê hatiye dinê û di 4`ê Adara 2016`an de di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Di merasima bîranînê de rewşenbîran behsa jiyan û helbestên Hiso kir. Endamê Gerînendetiya Çand û Hunerê Edhem Umer qala jiyana nivîskar û hin xebatên wî kir û wiha got: “Me helbestvan Mihemed Elî Hiso bi rêya komeke çalakiyên wêjeyî û çandî nas kir. Ew yek ji wan wêjevanan bû ku girîngî dida çand, wêje û têkoşîna nîştimanî ya girêdayî fikirên rêber Abdullah Ocalan.”

Edhem Umer wiha domand: “Helbestvan Mihemed Hiso gelek helbest nivîsandin ji wan; Zîlan û Berxwedan ku diyarî giyanê şehîdên PKK`ê kiribû û Derdê Azadiyê. Her wiha nêzî 644 helbest nivîsandin û di sala 2008`an de xelata Cegerxwîn a Helbestê stand.”

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîran Xalis Mesrûr hin helbestên helbestvan Mihemed Elî Hiso xwendin.

Di dawiya merasima bîranînê de pirtûkên helbestvan Mihemed Hiso li beşdaran hatin belavkirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din