Heleb û amadekariyên Cejna Remezanê

Şêniyên Helebê piştî 29 rojên rojiyê xwe ji bo pêşwazîkirina Cejna Remezanê amade dikin.

MIHEMED EBDO-EHMED REŞÎD / HELEB

Şêniyên Helebê weke salên borî ji destpêka aloziya Sûriyeyê bi dengê topên dewleta Tirk û çeteyên wê Cejna Remezanê pîroz dikirin.

Ji destpêka meha Remezanê ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê top li ser taxên derdora Helebê (taxa El-Raşidîn,Cemiyit El-Zehra û taxa Şêxmeqsûd) dibarandin.

Ruxmî wê jî şêniyên Helebê her çiqas bi êş û keder bin, lê amadekariyên cejnê dikin.

Sûkên bajêr bi pêwîstiyên cejnê dagirtî bûye, şênî jî bi qefiland di nava sûkê de ne û pêdiviyên cejê dikirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din