HELEB…Careke din şînber dibe

Piştî çend salan ji şer û wêrankirinê, bajarê Helebê xwe ji nava kavilan derdixe, careke din vedigere koka ya dîrokî û girîngiya xwe ya aborî û bazirganiyê bi dest dixe.

Bajarê Helebê ji kevntirîn bajarên cîhanê ye. Ji aliyê aborî, pîşesazî, bazirganî û çandiniyê ve ji parêzgehên herî girîng ên Sûriyê ye. Li gel vê yekê UNESCO ragihand ku bajarê Helebê yê kevn beşek ji mîrasa cîhanê ye. Beriya şer  jî bajarê Helebê meqseda geştiyarên cîhanê bû.

Li bajarê Helebê gelek şaristanî derketin ji wan Akadî, Emûriye, Hisî, Babilî, Meqdonî, Hemedanî, Eyûbî û Mexol. Van şaristaniyan mohra xwe di kolan û malên Helebê de hiştin.

Bazarên Helebê yên kevn(Medînê) di pêşengiya bazarên ereban de ye. Bi bedewbûn û parastina taybetmendiya xwe ya dîrokî tê naskirin. Ev bazar bi deh kîlometran dirêj e û tê de 37 sûk hene. Ji wan sûkan; sûka Qewafîn, Zêr, Sabûn, Pempo, Ebî, Balistan û Terbîşiyê. Li aliyekî din jî malên bajêr xwedî taybetmendiyek rojhilatî ye ya ku vedigerin Serdema Navîn.

LI HELEBÊ KURD

Li Helebê Kurd xwedî dîrokeke kevnar in ku vedigere serdema Eyûbî û Umewiyan. Gelek malbatên mîr û efseran li Helebê û Şamê dijiyan û tev li birêvebirina kar û barên her du bajaran dibûn. Her wiha rolek di warên pîşeyî û bazirganî de jî lîstin.

Her du civakên Kurd û Helebî tev hev bûn û muzeyîkek ji çîn, ol û nijadên cuda çêkirin. Lê desthilatên serwer, siyasetên kirêt li dijî kurdan pêk anîn da ku çand û nasnameya wî qir bikin.  Lê gelê Kurd ên ku li Helebê dimînin heta îro xwedî li nasnameya xwe derket.

LI HELEBÊ JINÊN KURD MOHRA XWE LI DÎROKÊ DANÎ

Li beşa kevin a bajarê Helebê mirov nikare rola jina Kurd a ku di dirêjahiya serdeman de daniye, civak bi rêve bir û li hember zihniyeta mêrdestiyê li ber xwe da paşguh bike.

Di serdema Eyûbiyan de Keçmîr Xatûn keça qiral Seyfdîn Eyûbî birayê SelahDîn Eyûbî ku bi eslê xwe Kurd  e, di 1236`an de piştî ku hevserê wê  Zahir Bin Sellahdîn Eyûbî û kurê wê dimirin, bi neviyê xwe re heta 6 salan herêm hikum dikin..

Wê demê Keçmîr(Prenses) Xatûn 52 sal bû. di dirêjahiya dema hikuma xwe de, rolek girîng di warên fikrî û çandî de lîst. Dibistana Ferdos li başûrê Deriyê Meqam ava kir. Xanqaha ku ji dibistan û mizgeftê pêk tê ava kir. Her wiha cihek li Deriyê Erbeîn(Çil)  ji bo xizan û jinên bê kes ava kir û xwarin ji wan re pêşkêş kir.

HELEB CIHÊ GEŞTIYARÎ Û NAVENDA ABORÎ BÛ

Ji ber cihên dîrokî û turîzmê ji seranserî cîhanê bi hezaran geştiyar salane berê xwe didan bajarê Heleb. Warê turzîmê ya Helebê derdora 2 milyar dolar desteka aboriya Sûriyê dikir.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re bi rêjeya ji sedî 98 qezencên geştiyariyê paşde çûn. Xisarên Sûriyê gihaşt derdora 3 milyar dolarî.

Di pêvajoya salên derbasbûyî de di navbera hêzên Sûriye û çeteyên artêşa Tirk de şer derket, ji ber wê bajarê Helebê ji bajarekî şareza veguherî bajarekî wêrankirî.

Tebaxa 2012`an çeteyên artêşa Tirk bi beşdariya 18 komên bi navên Lîwaa Tewhîd êrişî bajêr kirin. Koma Lîwaa El-Tewhîd jî çeteyên ji bajarên Mari, Enedan, Ezaz û Hirêtanê pêk dihat û ji sedî 90 bajar xerab kirin.

Di encama şer de beşek ji bedena Keleha Helebê hate rûxandin. Her wiha çeteyan mizgefta Emewî ku ya di sedsala 11`an de hatibû avakirin topbaran kir. Di encamê de beşek jê şewitî û minareya mizgeftê hilweşî. Gelek cihên dîrokî wêran bûn.

Çeteyan derdora 4 salan beşek ji bajar kontrol kir. Herêm veguherandin kevilan û malên ku temanê wan digihêje 7 hezar salan wêran kirin.

Destpêka 2016`an hêzên hikumeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê di çarçoveya Cenga Helebê de bajarê Helebê careke din kontrol kir.

Ruxmî wêraniyê jî lê şêniyên Helebê careke din dest bi vejandina bajarê xwe kir. Bi rêjeya ji sedî 65 ji niştecihên bajêr vegeriyan warên xwe, malên xwe û sûkên bajarê restore kirin û ji nû ve vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din