Helebçe... êşa ku nayê jibîrkirin!

Di ser komkujiya Helebçeyê re 32 sal derbas bûn, lê belê êş û birînên komkujiyê heta niha di dil û wijdanê gelê Kurd de zindî ne. Kesên ji komkujiyê filitîne, ji ber bandora kîmyasalê azaran dikişînin.

Di rojên 14 û 15`ê Adara 1988`an de, bajarê Helebçê ku derdora 240 km li bakurê rojhilatê paytexta Iraq Baxdayê dikeve û 11 km dûrî sînorê Îranê ye, rastî topbarana tankan hat ku bi rûxandina pencereyên malan re wekî amadekariya senaryoyeke din xuya dikir.

Hewa bi ewr bû, wekî ku rojê nêzîkbûna karesatê hîs kiribû û nexwest ku şahidiya xewa bê şiyarbûn a bajêr bike. Li erdê jî piştî topbaran 2 rojan li ser hev, bêdengî serwer bû.

16`ê Adarê… Ji asîman jehr dibarî

Di saet 11:30`an de, 50 balafirên şer ên Iraqê bi ser bajarê Helebçe ketin ku 80 hezar kes lê dijiya û heta 5 saetan moşek, bombe û gazên jehrê bi ser serê şêniyan de barandin.

Li gorî şahidên wan rojan, piştî bombebaranê, bajarê Helebçe ket xeweke giran ku tu deng nedihatin bihîstin û tu tevger nedihat dîtin. Her wiha şopên jiyanê winda bûbûn. Tenê di çend saetan de, zêdetirî 5 hezar sivîl ku di nav de zarok, jin û kesên temenmezin hebûn, jiyana xwe ji dest da û di navbera 7 heta 10 hezar kesên din birîndar bûn.

Êrişa kîmyasal ya hêzên Iraqê li dijî bajarê Helebçe wekî xirabtirîn komkujiyên li welêt hat hesibandin. Cenazeyên qurbaniyên qetlîamê li her dera bajêr belav bûbûn.

Piştî ku lêkolînên tenduristiyê li ser tiştên ji bajêr û ji cenazeyên qurbaniyan hatine birin, pêk hatin, pisporan tekez kir ku 3 cureyên gazên jehrî (siyanîd, gaza xerdel ya jehrî, gaza sarîn ku bandorê li eseban dike) di topbarana bajêr de hatine bikaranîn.

Piştî çend salan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî navên zêdetirî 17 hezar kesên ku sala 1988`an ji bajarê Helebçe di bombebarana kîmyewî û di pêngavên Enfalê de winda bûn, kom kirin. Li gorî ku rêxistinê li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, hîna jî bi sedan kes winda ne.

Yek ji şahidan û birîndarên bombebarana Helebçeyê Ezîz Mihemed Fetah, wiha dibêje: "Di dema êrişa kîmyasal dem, em li derdorê çemê Sêrwan bûn. Rêyeke derketinê tune bû. Ji nişka ve, balafiran bombe barandin û bêhneke genî hat ku wekî bêhna tekerên şewitî bû. Me nedizanî ku ew bêhna kîmyasalê ye."

Fetah diyar ku dema wî gazên jehrî bêhn kiriye, ew jehrî bûye. Fetah bûyerên wê rojê bi bîr anîn û wiha dewam kir: "Hin kes hatin û em kirin erebeyekê û birin aliyê din ê sînor ber bi bajarên Îranê ve. Me ji wan pirsî; ev der ku ye? Gotin ev nexweşxaneya Kirmanşanê ye. Ji wê derê me erebeyek girt û me berê xwe da Tehranê. Em derdora 28 rojan li nexweşxaneya Tehranê man, piştre em şandin kampan."

Her wiha destnîşan kir ku ew veguhestin herêma Bihêrka ya girêdayî Hewlêrê û li wê derê di bin çadirên naylon de man heta ku careke din ew vegerandin bajarê Helebçe.

Taban Elî Farinc jî ku yek ji birîndarên komkujiyê ye, got ew nikare êş û belaya xwe bi çend gotinan îfade bike û wiha dewam kir: "Di roja komkujiyê de, pêşmergeyan rê li pêşiya me girt û me nekarî ji wê derê derkevin, lewra em vegerîn malên xwe. Ji asîman barandina kîmyasalê dest pê kir û me para xwe ji êşê bir."

HELWESTA PDK Û YNK’Ê DI KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ DE ÇI BÛ?

Şîrovekarên siyasî dibînin ku dema partiyên kurdî li gorî berjewendiyên xwe yên partiyî tevger dikin û li dijî hev li kêleka dijminên xwe disekinin, dê helbet encam wekî tiştê li Helebçe qewimî be. Hin aliyên kurdî hişt ku Helebçe bibe qurbaniya berjewendiyên xwe yên siyasî. Piştî pêkhatina komkujiyê jî dest bi bikaranîna komkujiyê li gorî berjewendiyên xwe kirin.

Di şerê Iraq û Îranê de ku di Îlona 1980`ê de dest pê kir û di Tebaxa 1988`an de bi dawî bû û erdên Kurdan li Iraq û Îranê veguherîn qadên şerekî vekirî di navbera artêşên Iraq û Îranê de, li şûna ku her du partiyên kurdî li başûrê Kurdistanê parastina gelê xwe bikin, wekî aliyên şer tevger kirin.

PDK’ê piştgiriya sîstema Baasê ya Iraqê kir û YNK’ê jî piştgiriya rejîma Îranê kir. Ji ber vê yekê li bajar û bajarokên Kurdan ên di bin serweriya her du aliyan de, komkujî û rûxandin pêk hatin.

Komkujiya Helebçeyê yek ji komkujiyên herî bixwîn ên di dîroka gelê Kurd û herêmê de ye. Çavdêr komkujiyê wek qirkirina laş a gelê Kurd bi nav dikin. Gelê Kurd her sal vê komkujiyê bi bîr tîne û tu carî vê karesatê ji bîr nake.

DUBAREBÛNA KOMKUJIYAN

Di dîrokê de û heta niha gelê Kurd rastî gelek komkujî û qirkirinên komî yên bi destê sîstemên zordest tê ku Kurdistanê dagir dikin. Ji komkujiya Dêrsimê ya sala 1938`an, komkujiya Helebçeyê, komkujiyên çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê sala 2014`an û li Kobanê sala 2015`an bigire û komkujiyên dawîn ên dewleta Tirk li Efrînê di sala 2018`an de, Serêkaniyê û Girê Spî.

Li pişt komkujiya Helebçeyê gelek alî disekinin. Lê belê hin kesayet bi awayekî rasterast destên wan di wî sûcê qirêj de hebû.

Komkujiya Helebçeyê li ser destê rejîma Baasê ya Iraqê bi serokatiya Sedam Hisên, pêk hat. Sedam Hisên ferman da kurê apê xwe serkreterê giştî yê nivîsgeha bakur ê partiya Baasê yê wê demê Elî Hesen Mecîd ku bajarê Helebçe bi kîmyasalê bombebaran bike ku piştre li ser wê yekê bi "Elî Kîmyewî" hat binavkirin.

DADGEHKIRIN

Piştî çend salan ji komkujiya Helebçeyê piştî dagirkirina hêzên Amerîkayê ji Iraqê re û girtina Sedam Hisên di Kanûna 2003`an de, careke din doza Helebçeyê hat vekirin û kesên li pişt komkujiyê hatin dadgehkirin.

Li ser pêngavên Enfalê Dadgeha taybet a Iraqê di 21`ê Tebaxa 2006`an de Sedam Hisên û 6 kesên din ên tawanbar, dadgeh kirin. Di Kanûna heman salê de bi tawana qirkirina komî li dijî Kurdan a di komkujiya Helebçeyê de, Sedam Hisên hat dadgehkirin. Dadgehkirinê berdewam kir û di 30`ê Kanûna 2006`an de Sedam Hisên hat darvekirin.

Di 23`yê Hezîrana 2007`an de, Elî Hesen El-Mecîd (Elî Kîmyewî) tevî Sultan Haşim Ehmed û Husên Reşîd Mihemed bi qirkirina komî hatin tawanbarkirin û cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Elî Kîmyewî di Çileya 2010`an de hate bidarvekirin û werîsê pê hatiye bidarvekirin radestî Şaredariya Helebçeyê kirin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Hollandayê, Dadgeha Bilind a Sûcan a Navneteweyî ya li bajarê Lahay ê Hollandayê karsazê bi navê Frans Van ku madeyên kîmyasal ji sûka cîhanî kirîn û firotin rejîma Baasê ya Iraqê, dadgeh kir û cezayê girtinê heta 15 salan lê birî.

QEBÛLKIRINA QIRKIRINA KOMÎ

Komkujiya Helebçeyê rê neda cîhanê ku qanûn û pîvanan sexte bikin, ji ber ku ev komkujî li gorî pîvanên peymana qirkirina komî ya sala 1948`an a pênasekirina qirkirinên komî bû.

Dadgeha Hollandayê diyar kir ku di komkujiya Helebçeyê de şertên peymana qirkirina komî hene ku di aliyê qanûnî de qurbaniyên komkujiyên komeke etnîk in.

Di 5`ê Kanûna 2012`an de parlemana Siwêdê qebûl kir ku komkujiya Helebçeyê qirkirina komî li dijî Kurdan e. Her wiha gelek dadgehên din komkujiya Helebçeyê wek qirkirina komî qebûl kir.

BERMAHIYÊN KOMKUJIYÊ

Piştî zêdetirî 30 salan ji komkujiyê, hîna jî tirs ji holê ranebûye. Heta niha şopên gaza xerdel ku di bombebaranê de hatibû bikaranîn, hene û bandorê li çandiniyê û xwezayê bi giştî dike.

Berevajî gaza eseban ‘Sarîn’ ku zû difûre, gaza xerdel li hewayê girantir e, her wiha dikeve erdê û bermahiyên xwe dimînin. Li gorî çavdêran, bajarê Helebçe hîna ji ber şopên bombebaran kîmyasal azaran dikişîne. Heta niha ji ber bandora madeyên kîmyewî ku di komkyujiyê hatin bikaranîn, hin zarok astengdar ji dayik dibin.

Ezîz Mihemed Fetah wiha dewam dike: "Ji ber bandora madeyên kîmyasalê, dîtina çavên min kêm bû û gelek nexweşî di sîngê min de derketin. Beriya nêzî 10 salan min derman ji hevjîna xwe re peyda kirin ku heta niha derdorê 6 emeliyet çêkirine, bêyî ku tu alî alîkariya me bikin."

Fetah wiha pê de çû: "Em wek birîndarên operasyonên Enfalê bang li hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku nexweşxaneyan peyda bikin û bijîşkên baştir bikin xizmetê. Her wiha dermanan peyda bikin da ku rewşa birîndarên kîmyewî baştir bibe."

Lê belê hikumeta herêma Kurdistanê ya bi serokatiya PDK’ê rewşa birîndarên Helebçeyê paşguh dike.

Taban Elî Farinc ku zehmetiyan di nefeskişandinê de dikişîne û tevî çêkirina 6 emeliyetên çavan jî dîtina xwe wenda kiriye, wiha axaftina xwe dewam dike: "Ji beriya 32 salan ve, em vê jiyana dijwar û ne rihet dijîn. Rewşa me pir xirab e. ji wê rojê de û heta niha çavên min nabînin û ez pirsgirêkan di nefesê de bi  awayekî domdar, dikişînim."

Taban wiha lê zêde dike: "Ji beriya 10 salan ve, ez bê derman nikarim xwe ragirim. Hikumeta herêma Kudistanê jî ji beriya 3 salan ve alîkarî li ser me qut kir. lewra em daxwaz dikin ku doktorekî pisor ji bo dermankirina birîndarên êrişa kîmyasalê bi awayekî baştir, bên erkdarkirin."

WÊNEYÊN QURBANIYÊN HELEBÇEYÊ JI BÎR NAÇIN

Hin wêne hene ku her di bîra cîhanê de ne. Her kesê ku ew wêne dîtine, wekî ku bûyerên komkujiyê hatine serî, bûye şahidê komkujiyê.

Yek ji wan wêneyan jî, wêneyê welatiyê bi navê Omer Xawir e ku zarokê xwe yê berşîr hembêz kiriye da ku ji bombebaranê biparêze û xwe dirêj kiriye. Ew wêne û bi hezaran dîmen û wêneyên din, dijwarbûna komkujî û kerasetê reva dikin. Her wiha peykerê Omer Xawir ku zarokên xwe hembêz kiriye, hate danîn.

Di heman demê de ku bajarê Helebçe tê de ketiye xeweke giran û dirêj, tevahî cîhan û bi taybetî gelê Kurd li seranserê cîhanê her sal di 16`ê Adarê de saet di 11:30`an de ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebçeyê, deqeyekê rêzê digirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din