​​​​​​​Helîkopterek Rûsî di dema perwerdeyê de ket xwar

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku, helîkoptereke leşkerî ya Mi-8 ku ekîbekî têde perwerdeya daketina bilez didît, li Moskowê kete xwar. Di encamê de hemû endamên ekîbê mirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: “Roja 19‘ê Gulanê saet derdorê 20:00‘an ekîbek a helîkopetreke girêdayî hêzên hawayî ya Rûsyayê dema, li ser daketina bilez perwerde ditîtin, helîkopter ket. Helîkopter 20 km dûrî bajarê Klein ê herêma Moskowê ket xwar. Di encamê de endamên ekpîba ku perwerde didît mirin. Komîteyek girêdayî fermandariya giştî ya hêzên Rûsya gihaşt cihê ketina helîkopterê da ku lêpirsînê bike.”

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir  ku li gorî agahiyên destpêkê sedema bûyerê dibe ku pirsgirêka teknîkî be û diyar kir ku di helîkopterê de alavên şer nîn bûn.

 


Mijarên Din