Helîkoptereke Rûsyayê li gundewarê Til Temirê kete xwarê-HATE NÛKIRIN

Çavkaniyekî leşkerî ji nûçegihanê me re ragihand ku helîkoptereke Rûsyayê li gundewarên dagirkirî yên bakur rojavayê navçeya Til Temirê ketiye xwarê. Li gorî agahiyên destpêkê 3 leşkerên Rûs birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyekî leşkerî girtine, Helîkoptereke Rûsyayê di navbera gundê El-Rêhaniyê û El-Qasimiyê yên li bakur rojavayê navçeya Til Temir ya kantona Hesekê de kete xwarê.

Nûçegihanê me diyar kir ku heta niha sedemên ketina Helîkopterê nayên zanîn.

Çavkaniyê leşkerî daxuyand ku li gorî agahiyan 3 leşkerên Rûs birîndar bûne.

Nûçegihanê me bi bîr xist ku gundên El-Qasimiyê û El-Rêhaniyê tenê 2 km dûrî nuqteya çêlekan in ku hêzên Rûsyayê wê wekî baregeh bi kar tînin.

Di heman derbarê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê got, "Helîkoptereke leşkerî ya girêdayî hêzên asîmanî yên Rûsyayê neçar ma ku li gundewarê bakur rojavayê Hesekê ya Sûriyê dakeve xwarê."

Wezaretê destnîşan kir ku helîkoptera ji cureya "M35" rastî tu êrişan nehatiye lê ji ber pirsgirêkeke teknîkî neçar maye ku dakeve xwarê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din