Helwesta Rûsyayê ya diyalogên hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser

Diyalogên di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heta niha negihaştina pêşketinekê. Her carê Rûsya wek navbeynkar dikeve navbera her du aliyan lê heya niha vê navbeynkariyê tu pêşketin bi xwe re neanîne. Li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser jî, hewldanên Rûsyayê ne li gorî giraniya qonaxê bûn.

Di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de gelek dan û standin pêk hatin, lê belê tu encamên berbiçav bi xwe re neanîn.

Rêveberiya Xweser di 13`ê Cotmeha 2019`an de ragihand ku bi navbeynkariya Rûsyayê ew gihîştine rêkeftinekê û ji bo bersivdayîna êrişên Tirkiyê û çeteyên wê dê hêzên rêveberiya hikumeta Sûriyê li ser dirêjahiya xeta sînor belav bibin.

Tevî vê gavê jî, diyalogên siyasî yên di navbera her du aliyan de negihaştin encameke berbiçav. Hikumeta Sûriyê û Rûsya her doza dan û standinê hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş dikirin, da ku Rêveberiya Xweser şertên wan ji neçarî qebûl bike.

Çavdêr dibêjin ku Rûsya û hikumeta Şamê dixwazin gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bînin da ku qaşo lihevkirinên bi komên çete yên li herêmên din ên Sûriyê re dubare bikin û bi Tirkiyê re li hev bikin.

Di wê demê de Rûsyayê însiyatîfên çareseriyên teşwîq dikirin. Ya herî sereke dema ku behsa projeya destûra Sûriyê ku Rêveberiya Xweser û mafên Kurdan dipejirîne, kir. Ya dawî jî ragihandina Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ku ew piştevaniya diyalogên di navbera hêzên kurdî û hikumeta Şamê de dike.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova pêncşema borî di civîneke çapemeniyê de gotibû: “Moskov, piştgiriyê dide diyalogên di navbera Kurdan û Şamê de yên ku li ser pêşeroja welatê wan bi pêş dikevin.”

Lê belê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hebûna hevdîtin an diyalogên bi hikumeta Sûriyê re, derewand.

'HELWESTA RÛSYAYÊ NE ZELAL E'

Akademîsyenê rûsî Andrei Choprigin ji ANHA’yê re axivî û got: “Kurd ji sedî 10 ji hejmara niştecihên Sûriyê pêk tînin û beşa herî girîng a civaka Sûriyê ne. Lê belê ne beşa sereke ne. Lê divê em wê yekê bêjin ku doza kurdî ji girîngtirîn dozên siyasî û civakî yên li Sûriyê û derveyî wê ye.”

Choprigin wiha domand: “Em nikarin piştrast bikin ku tiştê li Sûriyê pêk tê bi erêkirina Rûsyayê ye. Di gelek rewşan de, rêveberiya Şamê bêyî ku li Moskovê vegere tedbîran digire. Hikumeta Sûriyê têkildarî gelek mijaran, xwedî helwesteke yekalî ye.”

Li gorî akademîsyenê rûsî, welatê wî jî di mijara dayîna hemû mafên sivîl ji bo Kurdan tev li Rêveberiya Xweser dibe û wiha lê zêde kir: “Li gorî min helwesta Rêveberiya Xweser di salên dawîn de ne rast bû. Li şûna ku hewldanên çêkirina şêwirên bi Şamê re bike, bi sedema şerê li dijî DAIŞ`ê berê xwe da hevalbendiya bi Amerîkayê re.”

Li ser rola Rûsyayê di dan û standinan de jî, Choprigin got: “Bêguman, Rûsya di vê mijarê de bi rola xwe radibe, lê belê bêyî xwesteka her du aliyan dê bi ser nekeve.”

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd jî li ser heman mijarê ev nirxandin kir: “Bi destpêkirina destwerdana Rûsyayê li aloziya Sûriyê di Îlona 2015`an de, têkiliyên Rêveberiya Xweser û Rûsyayê bi pêş ketin. Tevî ku di gelek qonaxan re derbas bû jî, lê hîna ev têkilî di asteke bilind de dewam dikin.”

Bedran Çiya Kurd wiha lê zêde kir: “Xebateke mezin a hevbeş li dijî terorê pêk hat. Lihevkirinên dawî yên QSD`ê û artêşa Sûriyê di şerê Serêkaniyê û Girê Spî yên bi navbeynkariya Rûsyayê, girîngiya têkiliyên bi Rûsyayê re nîşan didin. Me rola garantiyê û navbeynkariyê da Rûsyayê ku bi diyalogeke cidî û durist bi hikumeta Sûriyê re li dar bixe, ji bo em bigihêjin lihevkirinekî ku mafên gelê me misoger dike.”

HEVALBENDIYA QSD`Ê Û KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ REWA YE Û DIJBERÎ DAIŞ`Ê YE

Çiya Kurd di dewama nirxandina xwe de wiha got: “Lê belê vê rastiyê nabînin û koordîneya leşkerî ya di navbera Koalîsyona Navdewletî ya têkoşîna li dijî terorê û QSD’ê de ya ji bo şerê  li dijî DAIŞ`ê wekî koordînasyona li dijî aliyên din, nîşan didin. Em eşkere dibêjin ku ev hevalbendiya Koalîsyona Navdewletî û QSD`ê hevalbendiyeke rewa ye ku rewabûna xwe ji civaka navneteweyî girtiye ji ber tenê şerê terorê dike û şerê tu alî yan dewletên din nake. Têkoşîna li dijî terorê jî dozeke navneteweyî ya rewa ye û pêwîstiya xwe bi yekkirina xebatên ji bo tunekirina terora li cîhanê belav bûye heye. Di demekê de ku pêwîstiya Yekîneyên Parastinê yên gel di şerê Kobanê yê li diî DAIŞ`ê de, bi piştevaniya derve hebû.”

Çiya Kurd daxuyand ku Rêveberiya Xweser rêyeke siyasî ya demokratîk û nîştimanî pejirand û nêrînên xwe yên çareseriya siyasî li Sûriyê pêşkêşî hemû aliyên eleqedar kir, bêyî ku xwe bispêre ajandeyên biyanî. Hîna jî xwedî li wê rêyê derketiye û wiha pê de çû: “Em sedema kûrbûna aloziya Sûriyê bi nepêşkêşkirina hêzên muxalefetê û dewletên têkildar projeyeke durist a demokratîk ku hemû beş û pêkhateyên Sûriyê digire nava xwe ve, girê didin. Lê belê Rêveberiya Xweser xwedî nêrîneke zelal a çareserkirina aloziya Sûriyê ye, hemwextî tevlîheviya ewlehî û siyasî ya li herêmên serweriya rejîmê û herêmên komên çeteyên girêdayî Tirkiyê.”

HELWESTA RÛSYAYÊ JI DIYALOGA BI ŞAMÊ RE CIHÊ NÎQAŞÊ YE

Çiya Kurd wiha dewam kir: “Ji bo pêşxistina diyalogên bi Şamê re bi navbeynkariya Rûsyayê, Rêveberiya Xweser kedeke mezin da û gelek caran amadebûbna xwe ji diyalogên bi Şamê re bi navbeynkariya navneteweyî û nexasim hêzeke wekî Rûsya, ragihand. Em hêvî dikin ku Rûsya di vê diyalogê de bi berpirsiyarên xwe rabe. Lê belê pêşneketina van dan û standinan û neavêtina gavên girîng ji aliyê Rûsyayê ve, mijara nîqaş û guftugokirinê ye.”

Têkildarî propagandeya Rûsya ji însyatîfan re, Çiya Kurd wiha diyar kir: “Daxuyaniya dawî ya wezareta derve ya Rûsyayê ku piştgiriya diyalogên di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser dike, em wekî helwesteke erênî dinirxînin. Lê belê pêwîstiya xwe bi gavên partîk heye. Dubarekirina van helwestan bi awayekî teorîk û derengmayîna di aliyê pratîkî de me dixe nava fikaran.”

RÊVEBERIYA XWESER PIŞTEVANIYA DIYALOGÊ DIKE

Çiya Kurd da zanîn ku: “Em dibînin ku doza xitimandina diyalogan ne girêdayî Rêveberiya Xweser û helwestên wê ye, berovajî wê Rêveberiya Xweser alîkarî û piştevaniya diyalogê dike. Lê belê sedema sereke ew e ku hikumeta Sûriyê ne xwedî tu nêrîn an projeyên çareseriyê ye û di sîstema hikumê ya niha de bi îsrar e. Ev yek wekî paşguhkirina gelê Sûriyê ye.”

Çiya Kurd bang li Rûsyayê kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabe û wiha got: “Diviyabû ku Rûsya têkildarî diyalogan de xwedî nêrîn û proje bûya. Divê serweriya xwe bi rengekî adil bi kar bîne da ku ji bo berjewendiya gelê Sûriyê, hevsengiyê di navbera aliyan de pêk bîne.”

TIRKIYE Û ÎRAN ÇARESERIYÊ ASTENG DIKIN

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser astengiyên din û wiha daxuyand: “Faktorên din hene ku diyalogên pêşerojê asteng dikin. Ew jî Tirkiyê û Îran’in. Bi rêya hevpeymanên yekser girêdayî Rûsyayê ne. Hewldanên nêzîkirina rejîmên Sûriyê û Tirkiyê jî di rastiyê de ji bo pêşîgirtina çareseriyên girêdayî doza Kurdî ne.”

Li ser hewldanên van aliyan ên dijberiya Rêveberiya Xweser, Çiya Kurd got: “Dema ku ev dewlet ne xwedî çareseriyên siyasî bin, erkeke neteweyî û şoreşgerî ya Rêveberiya Xweser e ku bi hemû rêbazan û bê dudilî destkeftiyên gelê xwe biparêze.”

Bedaran Çiya Kurd wiha dewam kir:”Tewanên li dijî Rêveberiya Xweser ji hêla Şamê û bi piştevaniya Tirkiye-Îranêku dibêjin ew xwedî projeya qutbûnê ye û girêdayî ajandeyên Amerîkayê ne, karekî xapînok û siyaseteke reva ji berpirsyariya pêşxistina çareyê ye, her wiha karekî ji bo veşartina zîhniyet û siyasetên wê yên pûç ku li çareyan nagere.”

'RÛSYA Û AMERÎKA JI DAGIRKIRINA HERÊMÊN SÛRIYÊ BERPIRSYAR IN'

Bedran Çiya Kurd her wiha behsa berpirsyariyên Moskov û Washingtonê li hember dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Sûriyê re kir û wiha got: “Bi rastî, yên sûd ji Astanayê girtine; Rûsya, Îran û Tirkiye ne. Koma Astanayê jî hemû herêmên di bin dagirkeriya çeteyan li hemberî hin herêmên Rêveberiya Xweser bi taybetî Efrîn, bi peymanên di navbera koma Astanayê de firotin.”

Çiya Kurd wiha diyar kir: “Efrîn di nava herêmên di bin garantoriya Rûsyayê de bû. Ji ber wê jî Rusya li hember dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve berpirsiyar e. Amerîka jî berpirsiyarê dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ye. Dê Rûsya û Amerîka heta vegerandina şêniyan ji warê wan re, ji vê dagirkirinê berpirsiyar bin.”

cx

ANHA


Mijarên Din