Helwestên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk zêde dibin

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb a Minbicê û Rêveberiya Jinan a Tebqayê operasyonên leşkerî yên muhtemel ên li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha gotin ji bo rizgarkirina welatê xwe gelek zarokên xwe feda kirine.

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb a taybet bi jinan li Minbicê û Rêveberiya Jinan li Tebqayê di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, du daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya Akademiya Şehîd Zîlan Heleb ji aliyê hevseroka Rêveberiya Dibistanan a Minbic û Gundewarên Wê Celîla Saîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de gefên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta wê ya faşîst li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha hat got ku ew ê li hember gefan bisekinin û dagirkeriya Tirk wekî ku çawa li Cerablus, Efrîn, Bab û Ezazê çêbû, şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Erdogan bi rêya operasyonên leşkerî dixwaze demografiya herêmê biguherîne, dixwaze siyaseta tirkkirinê pêk bîne da ku ew herêm bikevin bin dagirkeriya wê de. Her wiha hat destnîşankirin ku hemû hincetên ku ji aliyê Erdogan ve têne kirin ne rast in û ji ber wê divê biryar û helwestên wan hebin û baweriya wan heye ku ew ê li gorî berpirsyariyê bin û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de bi navê jinên Minbicê desterdana dewleta Tirk a faşîst ji herêmê re hat  şermezarkirin û hat gotin berxwedan dê çareserî û dirûşma jinên Minbicê be û ji hemû êrîşên li ser xaka wan re amade ne, ji ber ku ew xwediyê projeyê ne û dê parastina mafên xwe bikin.

Tebqa

Girêdayî mijarê jinên Tebqayê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Rêveberiya Jinan  Zehra El-Hemade ve hat xwendin. Bi dehan jinên xebatkarên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka aloziya Sûriyê ve me şerê çete û komên terorîst kir. Em rastî gelek komployan hatin. Xaka me bû qada şerekî navdewletî û herêmî. Bi yekitiya gelê xwe me ev şer di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê hembêz kir, ronî dît.

Tişta ku hêzên Koalîsyona Navdewletî û di serî de Amerîkayê ji me re pêşkêş kir, tiştekî zêde bû. Destekeftiyên me ne kêm kirin û ne zêde kirin. Lê dema got dê parastina gel û xaka welat li dijî terorîstan bike, diviya ku li gorî soza xwe bûya. Ji ber ku tiştên ku îro em dibînin, gelekî hatine guhertin. Ji ber ku ew lihevkirinên veşartî bi dewleta ku destekê didin terorîstan mîna Tirkiyê û ji xaka me vedikişe, pêk tîne.

Me wek jin ji bo rizgarkirina welatê xwe gelek berdêl dan. Em ê her tim ji bo parastina her bihosteke xaka xwe canê xwe feda bikin. Ji ber wê divê NY û rêxistinên mafên mirovan li hember dagirkeriyê bisekinin.

Xak û gelê me ewle ne. Bila Erdogan baş zanibe wekî ku me çawa Osmanî têk birin, em ê dîsa bi yekitiya xwe wan jî têk bibin."

Di dawiyê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din