Hemû maske ketin xwar

 Şerê dijwar ku niha li bakurê Hema û başûrê Idlibê rû dide, şerê îradeya rasteqîn e. Dibe ku encamên wê li ser siberoja Bakurê Sûriyê bi taybet û gelemperiya Sûriyê bi giştî giran be. Erdogan di sala 2011‘an de bi mebesta hilweşandina rejîma Sûriyê teror ji tevahî cîhanê anî û li Sûriyê kom kir. Herêm kir baregeha terorê. Lihevkirinên Astanayê yên xirab ji hemû toror û kujerên ku li Sûriyê asê mabûn, bû destek. Erdogan ew kujer ji nû ve bi çek kirin û bi navê "Artêşa Niştimanî" şandin Efrînê. Erdogan kujer ji bo parçeyek axa herêmên Bakurê Sûriyê qut bike û tevlî axa Tirkiyê bike, bikar anî. Ew dengên balafir, moşek û roketan rastiya rewşa meydanî eşkere dike. Rastiyên ku di pişt perdeyên siyasî û diyalogên du alî di navbera Rûsya û Tirkiyê û civînên pir alî yên di torên Astaneyê de veşartî mabûn. Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel  Sîpan Hemo di dema êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê ev yek eşkere kir û gotibû: "Rûsya bi komploya xwe ya li ser Efrînê xeletiyek mezin kir, dê li ser vê yekê poşman bibe û dê eşkere bibe ku armanca Tirkiyê mêtîngerkirina Bakurê Sûriyê ye."

Bûyerên dawî li Idlibê hin xalan zelal dikin; yek maskeya Tirkiyê ket û rastiya niyeta rast a Enqerê di xaka Sûriyê de eşkere kir. Rastiya hemû gotinên Erdoganê yên li pêşiya hemşîreyê wî yê Sûriyê li ser terorê li Idlibê xuya bûn. Pêkanînê ku pêşkêş kirine, ji derxistina rêxistinên terorîst, vekişandina hemû koman ji herêmê li gorî peymana Sochî  ku Erdogan bi xwe îmze kiribû derketin holê. Ev hemû di demên dawî de maska Tirkiyê xist. Rûyê wê yê rast derket holê. Desteka Tirkiyê ya bi terorê re li hemberî rejîma Sûriyê, her wiha destekdayîna wê ya lojîstîk bi Cebhet El-Nusra û hevalbendên wê re xuya bû. Li ser vê yekê bersiveke tund ji aliyê rejîma Sûriyê ve hate dayîn. Ev yek bû sedema derketina şerê di navbera herdu aliyan de.

Şerê ku niha di navbera artêşa Sûriyê û Cebhet El-Nusra de rû dide, Tirkiye bi awayekî yekser li rex Cebhet El-Nusra û hemû rêxistinên terorîst sekinî. Mîna "Huras El-Dîn", “Partiya Îslamî ya Tirkistanî","Ceyş E-Iza" û hin komên din ên ku qebûl nekirin tevlî Cebhet El-Nusra bibin û têkiliyên wê bi fermaandariya El-Qaîde Eymen El-Zewahirî man.

Li gorî agahiyên ku ji eniyan hatine bidest xistin, behsa fermandariya efserên Tirk a odeya çalakiyan, biryara Emerîka ya veguhestina milîsên ku yekser girêdayî wê "Mertala Firatê" û "Çiqla Zeytûnan" ji Efrîn û Cerablus ber bi gundewarên Hemayê da ku şerê artêşa Sûriyê bikin. Milîsên behsa mijarê ji aliyê Enqerê ve hatine komkirin. Perwerde û biçekkirina fermanên artêşa Tirk bi cih tînin ku şerê "Yekîneyên Parastina Gel" bikin.

Tirkiye li rex Cebhet El-Nusra û rêxistinên din disekine ku demeke berê ew xistibû lîsteya terorê. Li rex wan disekine ku ew şerê artêşa Sûriyê bikin. Kerwanên leşkerî yên Tirkiyê yên di deriyê Kefer Losîn re derbasî xaka Sûriyê bûn veguherîn nuqteyên çavdêriyê yên 12 û bargehên leşkerî yên mezin. Her bargehek ji sedan erebe, tank, top û panzêran pêk tên û dibe alava şer a terorîstan.

Di wêneyên ji eniyên gundewarên Hemayê yên endamên El-Nusra û rêxistinên din de alavên ku Tirkiyê ji terorîrstan re şandine wekî "Panzêr, erebeyên BMB, fûzeyên Grad û fûzeyên dijî panzêran” diyar dibin. Komên terorîst ev alav li gorî lihevkirina Sochi û Astanayê ku Tirkiyê bi xwe îmze kirine, bidest xistin. Çavkaniyên leşkerî dibêjin ku van rêxistinan rêjeyek mezin ji fûze, çekên kaltau yên Emerîkî, cornet ê Rûsiya û Red Arrow yê Çînî wergirtine. Her wiha fûzeyên pêşketî yên li dijî balafiran dane El-Nusra. Gelo El-Nusra çeka Sam  14 a Rûsî û Sitîngera a Emerîkî ji kê wergirtiye û pê li balafirên şer ên Sûriyê xistin?

Li gorî çavkaniyên meydanî Cebhet El-Nusra di demeke pir nêzîk de çek û fûze bi dest xistine.

Rûsya, Sûriye û hemû aliyên ku li ser maseya diyalogan û lihevkirinên bi Enqerayê re rûniştine îro li pêşberî rastiyekî ne. Ev rastî ew e ku Tirkiyê ew dixapandin. Li pêşberî vê rastiyê ew ê çi bikin? Tirkiye ya ku diviyabû li gorî lihevkirina bi Putîn re çek deyne niha bi El-Nusra re li herêmê wan dikuje. Wezîrê Parasinê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar gotibû: “Tirkiyê dê ji Bakurê Sûriyê venekişe. Ev daxuyanî tê çi wateyê?, Gelo wê Tirkiyê heta dawî li Idlib û gundewarên bakur bimîne? Em texmîn dikin ku ew wisa difikirin, niyeta Tirkiyê heye ku Idlibê ji Sûriyê qut bike. Hemû daxuyaniyên Tirkiyê yên girêdayî pêkanîna yekîtiya xaka Sûriyê maske û gotin bûn ku aliyan bi xapîne. Gelo Putin rastiya vî tiştî dizane?, Lê ya herî xeter ew e ku Îran û hevalbendên wê di van şeran de aliyekî serbixwe ne. Ji ber ku hesabên wê yên navdewletî û herêmî bi Rûsyayê re li ser Sûriyê hene. Wekî ku naxwaze aloziya Sûriyê bi dawî bibe.

Ji sedemên sereke yên ku çeteyên Tirkiyê enî li gundewarên başûrê Helebê û rojhialtê Idlibê venekirine, hebûna milîsên Îranê li herêmê ne. Ji ber ku dibêje heger eniyên şer li van herêman veke dê milîsên Îranê bi aliyê şerekî ve bikşîne. Nemaze ku Rûsya li bakurê Helebê û Kabîneyê ya gundewarê Laziqiyê destek nedayê.

Îranê xwe ji şer dûr xist. Ji ber vê yekê hêzên hikûmeta Sûriyê û hevalbendê wê Rûsyê, pêkanîna pêşdeçûnên ber bi çav winda kirine. Rexmî ku bi hezaran derbeyên hawayî lêxistine jî, lê ji ber tinebûna hêzek li ser erdê gav ne avêtin.

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine, komên çete amadekariya operasyoneke nû dikin ku ne di texmîna Rûsyayê de ye. Dê hesabên Rûsyayê tevlihev bike. Bi taybet piştî şerên dijwar ên niha li eniyên Til Melah – El-Cebîn ku wekî kêleke nerm ji bo hêzên rejîma Sûriyê tê dîtin. Rêya stratejîk a di navbera bajarê Seqlebiyê, Miherda û Hemayê qut bike. Li van herêmên baregehên leşkerî yên Rûsyaya aktîv in. Dibe ku ji Tirkiyê û çeteyên wê eniyekê li Til Rifetê veke û ne dûr e ku rejîma Tirkiyê derbeyên hawayî li Şehbayê bide. Belavbûna hêzên terorîst ên Ceyş El-Îslam li eniya Şêrawayê nîşaneya vê yekê ye. Di encamê de Tirkiye hewl dide ku Rûsyayê îqna bike ku terorîstên xwe ji bakurê Hemayê vekişîne li beramberî ku Rûsya qebûl bibe ku Til Rifetê û derdora wê bike hedef. Lê heta niha Rûsya vê yekê red dike. Lê li gel van bazarên qirêj hemû îhtîmal vekirine. Divê Hêzên Rizgariya Efrînê van tiştan di hesban de bigrin.

Divê hemû alî wê yekê nas bikin ku Erdogan bi rêxistinên terorîst re hevgirtin çêkiriye û bûne wekî goşt û neynûk. Bi taybet li Idlibê û Bakurê Sûriyê. Erdogan binketina wan bi ti awayê qebûl nake, ji ber binketina wan rêxistinên terorîst tê wateya derketina hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê û girtina hemû deriyan li ber Tirkiyê. Heger Rûsya xwest ku Tirkiyê ji Sûriyê derkeveke rêyek tenê heye. Ew jî ew e ku fûzeyên Rûsya – Sûriyê li ser serê leşker û efserên Tirk ên li Idlib, gundewarên Hema, Heleb û herêmên din bên barandin.

(bb/bm)


Mijarên Din