Hemas û El-Fetih: Em ê bi hev re projeya tevlêkirina Difa El-Xerbeyê têk bibin

Tevgerên Fetih û Hemas ragihand ku wan der barê binxistina projeya hikumeta Îsraîlê ya tevlêkirina Difa El-Xerbiye ji Îsraîlê re li hev kiriye.

Tevgera Hemas û Fetih bi beşdariya endamê Komîteya Navendî yê El-Fetih Gabriel Recûb û cîgirê serokatiya nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Salih El-Erûrî civîneke çapemeniyê li dar xist.

Gabriel Recûb anî ziman ku tevgera El-Fetih bi mebestên tevgera Hemasê bawer e û ew hevkara wan e, her wiha beşek ji gelê Filistînê ne. Recûb parve kir ku bi tevgera Hemasê re nîqaşeke bi rêk û pêk heye û ji bo li dijî tevlêkirinê (îlhaq) bisekinin dê bigihêjin bernameyeke hevbeş.

Sekreter wiha li axaftina xwe zêde kir: "El-Fetih û Hemasê ji bo gelê berxwedêr planên stratejîk pêş xistin û kar û xebatê dikin, her wiha roja çarşema bê jî ew ê li Ramellahê kongreyeke neteweyî were lidarxistin."

Li hemberî vê yekê cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Salih Erûrî got welatiyên filistînî li herêmên ku plana tevlêkirinê lê were pêkanîn, ew ê rewşa wan di xetereyê de be, ji ber ew ê bi darê zorê ji xaka xwe derkevin, an jî ew ê ne wekî gelekî di pileya duyemîn de werin dîtin û ev yek jî nayê qebûlkirin.

(eh)


Mijarên Din