Hemas û Fetihê peyameke hevpar ragihand

Tevgerên Hemas û Fetihê ragihand ku têkildarî tevgerên neteweyî gihaştin nêrîneke hevpar û dibe ku rê li pêşiya lihevhatina Filistînê û hilbijartinan veke.

Piştî tevgerên Hemas û Fetihê civînên xwe li Stenbolê bi dawî kirin, daxuyaniyeke hevbeş ragihandin û tê de destnîşan kir ku nêrîneke hevpar derket holê, lê bi şertê ku bi beşdariya komên Filistînê diyalogên neteweyî li dar bikevin.

Di daxuyaniyê de ev yek hate diyarkirin: "Di hevdîtina sekretêrên giştî de ku serok Mehmûd Ebas piştgiriya wan dike, dê lihevkirina dawîn a têkildarî tevgerên neteweyî were ragihandin, lê bi şertê ku ne piştî 1`ê Cotmehê be û piştî kongreyê yekser kar û xebat dest pê bike.

Her her du tevgeran di dawiya daxuyaniyê de soz da gelê xwe ku di kar û xebatê de hevpar bin û parastina mafên gelê xwe bikin, heta mîsogeriya aramiya li dewleta Filistînê ya serbixwe û paytexta wê Qudsê dê li hemberî komployan bisekinin.”

eh

ANHA


Mijarên Din