Hemasê gef li Îsraîlê xwarin

Çavkaniyên çapemeniyê ragihand ku tevgera Hemas bi rêya navbeykaran nameyeke gefan ji Îsraîlê re şand û got divê beriya dawiya hefteyê ew pîvanên agirbestê bi Xezayê re pêk bîne, heke na dê bi her awayî çalakiyan li dar bixin.

Rojnameya Exbar Lubnaniye ji çavkaniyan ragihand ku tevgera Hemas gef li Îsraîlê xwarin ku eger pîvanên agirbestê pêk neyne û nehêle pereyên Qeterê ji bo hejaran û hin karmendên sivîl li Xezayê derbas bibe û saetên kehrebeyê zêde nebin, ew ê careke din çalakiyên xwe zêde bikin.

Malpera Wala ya Îsraîlê jî got Netanyahu naxwaze beriya hilbijartinên Îsraîlê nakokî li başûr pêk werin, da ku bandorê li hilbijartinan neke, lê Îsraîlê duh gef xwarin û got: "Îsraîlê ji bo derbeyeke giran ji Xezayê re xwe amade kiriye ger were xwestin, ji derveyî hilbijartinan."

Der barê mijarê de, endamê meclisa ewlehiyê ya Îsraîlê ‘Cabinet’ Yuval Stianets têkildarî êrîşên ferdî ku şervanên filistînî gef xwar û got: "Îsraîl li benda pêkanîna çalakiya berfireh a li dijî Xezayê ye, Hemas jî berpirsyariya hewldanên êrîşên ji Xezayê ber bi bajarokên Îsraîlê radike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rojên dawîn de rewşeke çalakiyên di navbera komên Filistînê ya herî nas di nav de tevgera Hemas li Xezayê û artêşa Îsraîlê rû dide, ew yek ji ber binketina agirbesta dawîn a ku Misr, Qeter û NY`yê pêk anî.

(jo)


Mijarên Din