Hemasê hewldanên Îsraîlê yên kuştina payebilindên Filistînê vala derxist

Di pêngava serdegirtinê ya ku artêşa Îsaîlê li Dufa El-Xerbiyê daye dest pê kirin de,  artêşa Îsaîlê 4 welatiyên Filistînê giritin, di heman demê de rojnameya Nûçeyan a Lûbanê kifş kir ku tevgera Hemasê li Xezayê hewlên Îsaîlê yên kuştina fermandarên payebilind ên tevgerê vala derxistin.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe disperse çavkaniyên Filistînê yên li Dufa El-Xerbiyê got:"Artêşa Îsraîlê piştî girtin ser malên welatiyên Filistînê, 4 welatiyên Filistînê binçav kirin. Artêşê bi îdîaya ku ev mal ji bo çalakiyên li dijî artêşê hatine veqetandin, desteser kirin."

Her wiha artêşa Îsraîlê got ku ew kesên ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îsaîlê ve tên xwestin, binçav kirine. 

Di milekî din de rojnameya Nûçeyan a Lûbnanê diyar kir ku tevgera Hemasê di demên dawîn de rêzeplanên Îsaîlê yên kuştina payebilindên di qada wê ya leşkerî de vala derxistine.

Di heman demê de rojnameyê got: “Yek ji planan bi rêya girtina ajanekî ku hewldana jehirkirina serokekî dikir, hate têkbirin."

Di çarçoveyeke  din de rojnameyê li ser zimanê yek serokên komên Filistînê yê li Xezayê, di şer were de, dê serweriya kampan û bajarên di dosyaya Xeza ya Îsraîlê de bike gef li Îsaîlê xwarine, ragihand.

Ev yek jî di koşeya rojnameyê ya derbarê "Hevpeymana serdemê" ya Emerîkayê ya dawîkirina şerê Filistînê û Îsaîlê de hatiye diyarkirin.

Di vê derbarê de çavkaniyên Leşkerî yên"Rojnameya Nûçeyan" gotin ku dê Sînaa wekî xakeke alternetîf nepejirînin, her wiha di şerê were de dê bigirin ser bajar û kampên Xezayê.

Rojnameyê wiha nivîsî: “Divê Îsraîl bizanibe ku hêzên me dibe ku sînorên wê derbas bikin û piştî wê serweriyê li ser herêmên wê bikin. Bi  taybet yekîneyên noqîbûnê yên ku karîn û çekên wan zêde pêşketine."

Her wiha rojnameya Nûçeyan ya çavkanyên  leşkerî kifş kir ku şandeya Misrî ya ku hevpeymanên girêbesta di navbera Xeza û Îsaîlê de birêve dibe, ji bo şertên Îsaîlê bipejirîne, fîşarê li komên Filistînê dike. Rojnameyê diyar kir ku ev jî bi rêya serdana şandeya Misrî ji Xezayê re ye. Di demên ku çapemeniya Îsaîlê serdana Îsaîlê ya dawîn û civandina bi serokên Îsaîlê re, bey ku Xezayê serdan bike kifş kir.

Di vê çarçoveyê de rojnameyê got ku komên Filistînê veguhastina daxwaznameya Qeterê ya darayî bi projeyên binsaziyê ji berdêla ku ji malbatên dîlan û karmendên sivîl ên xizan re xurde bikin re red kirin.Ev jî şertê Îsaîlê ye û şande bi rêya paşxistina serdana ji Xezayê re fîşarê li komên Filistînê bike, da ku vê yekê bipejirînin.

Tê zanîn  ku daxwazname ev e:"Yek ji hevpeymanên girêbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de ye û Qeter ji bo girêbesta di navbera her du aliyên de dişîne, da ku li Xezayê alîkariyê bi karmandên sivîl ên di hikumeta Hemasê de ne re bike."

Di vê derbarê de bersiva fîşara şandeya Msrî ya li Komên Filistînê rojnameyê got, komên Filistînê gefa vegera gurkirina giştî ya li dijî Îsaîlê daye.

(eh)


Mijarên Din