Hemîd Ebid: Tirkiye hiqûqa cîrantiyê binpê dike

Hevsrokê Meclisa Kantona Griê Spî Hemîd Ebid raber kir ku dewleta Tirk rêzê li beramber hevpeyman û qanûnên navdewletê yên girêdayî metoda başbûna bi cîrantiyê re nagire. Lê berovajî vê Tirkiye van metodan bi awayekî rojane li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê binpê dike.

Axaftina Hemîd Ebid ku duh hatiye kirin ji ber armancgirtina Tirkiyê ya şêniyê li ser sînorê gundê Girê Sor ê rojavayê bajarê Girê Spî, hat. Di encamê de şênî ji ber birîna kûr veguhastin nexweşxaneyê da ku derman bibe.

Di vê derbarê de hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Ebid wiha axivî: "Kiryarên ku li herêmên me tên kirin, dubare ne, bi taybet di vê dema dawîn de. Ev nîşane ye ku Tirkiye hem li hundir û hem jî li derve yan jî di aboriyê de bi bin ketiye. Lê dema Tirkiye ku dewletên cîran dike armanca kiryarên xwe, bi taybet herêmên me, kiryarên li dijî desthilata dewleta Sûriyê ye."

Hemîd wiha gotina xwe domand: "Divê Tirkiye li hember sînorên cîranan rêzê bigire, wekî çawa di hevpeyman û qanûnên navdewletî de hatiye. Dewleta Tirk bi kiryarên armancgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van qanûn, mafên mirovan û yên zarokan binpê dike.

Heke dewleta Tirk rêzê li hember sînorê cîrantiyê û desthilata dewletê bigirta, Efrîn, Cerablus, Idlib û Bab dagir nedikirin. Ev jî mezintirîn nîşaneya rêznegirtina Tirkiyê li beramber desthilata xaka Sûriyê ye. Her wiha dest di dewletên erebî mîna Lîbya û Misrê werdide, li gel ku ne dewletên cîran in jî, lê rewşa dewletên cîran li hember destwerdanên Tirkiyê dê çawa be?"

Di domana axftinê de Ebid wiha lê zêde kir: "Tirkiye bi nêzîkbûna werza çinîna berhemên çandiniyê re gefê li cotyar û şêniyan dixwe, bi taybet ên nêzî sînor. Her wiha ji hêla cotyaran ve metirsiyeke mezin der barê çinîna berhemên li ser sînor de heye."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navdewletî kir ku sînorekî ji kiryaran re deynin, ji ber binpêkirineke eşkere çêdike û jiyana mirovan jî dixe xetereyê.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din