Hemîd El-Ebid banga vegera welat li penaberên Sûriyê kir

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid banga vegera welat li şêniyên Sûriyê yên li Tirkiyê kir. El-Ebid tekez kir herêm ewle û aram e.

Di hevpeyvîna li gel ANHA’yê de Hemîd El-Ebid banga vegera li welatê xwe Sûriyê li welatiyên Sûriyê yên ku penaber bûne, kir û destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle û aram in.

El-Ebid bal kişand ser ku divê gelê Sûriyê rastiya li ser erdê rû dide, bizane û got: "Şoreşa Sûriyê kete xizmeta dewletên ku berjewendiyên xwe di Sûriyê de dibînin, wekî Tirkiyê û hin dewletên dîtir. Lê gelê Sûriyê pir azar kişandin û hê jî dikişîne."

Hemîd El-Ebid bang li sûriyan kir ku vegerin welat û wiha got: "Em bang li sûriyên li tevahî cîhanê, bi taybet li Tirkiyê û hemû dewletên cîran dikin ku vegerin welat. Ev xaka me ye, me parastina wê kir û ji terorîstan rizgar kir û herêmên me ewle ne."

El-Ebid bal kişand ser pêşketinên li Girê Spî piştî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû û wiha domand: "Di dirêjahiya 4 salan de pêşketineke mezin ji aliyên ewlehî, aramî û yên dîtir de çêbûn. Îro Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen bi hev re bi biratî dijîn. Di nava me de hezkirin, bexşandin û jiyana hevbeş heye."

Di berdewama axaftina xwe de Hemîd El-Ebid wiha da zanîn: "Em bi israr bang li şêniyên Sûriyê yên li Tirkiyê dikin ku vegerin. Em gefên dagirkeriya Tirk der barê wan de û derxistina wan dibînin. Ji lew re em ji wan re dibêjin ev xak xaka we ye, em biran e, vegerin Sûriyê da ku karibin pirsigrêkên di nav xwe çareser bikin. Em qewitandina we ya ku kanalên Tirkiyê pê diaxive, qebûl nakin, divê hûn bi rûmeta xwe vegerin, em li vir bi azarên ku hûn dikşînin pê diêşin."

Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axaftina xwe bi hişyarkirina sûriyan a veguherandina guleya çekê bi destê dewleta Tirkiyê bi dawî kir û wiha got: "Em ji we re dibêjin, nebin dirinde ji kesên din re. Neyên welatê xwe li ser pişta tangê û di destê we de ala Tirkiyê û çek da ku şerê birayên xwe yên sûrî bikin. Me li vir parastina xakê kir û zanin çi rû dide. Ji lew re bang dikin ku vegerin. Ji ber ku ev mala we ya mezin e û hembêza wê ji tevan re vekirî ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din