Hemîd El-Ebid: Di êrişên li ser Eyn Îsayê de Rûsya hevkarê dewleta Tirk e

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid got: "Rûsya derfet dide dewleta Tirk a dagirker da ku êrişên xwe yên li Eyn Îsayê bidomîne, armanca wê ji vê yekê ew e ku zextê li  QSD'ê bike û berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî pêk bîne."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/26/210130_-.jpg

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid têkildarî zêdekirina dewleta Tirk asta êrişên xwe yên li dijî dora navçeyên Eyn Îsayê û gundewarê wê û bêdengiya Rûsya ya garantor, ji ANHA`yê re axivî.

El-Ebid destpêkê bêdengiya hêza garantor Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Baregehên Rûsyayê heta niha li Eyn Îsayê ye ne, lê Rûsya erka xwe bi cih nayne Dewleta Tirk bi hevkariya Rûsyayê asta êrişên xwe zêde dike. Rûsya ji vê yekê dixwaze destkeftiyan qezenc bike.”

El-Ebid piştrast kir ku divê gelên herêmê bi hêza garantor anku Rûsya bawer nekin. Her wiha destnîşan kir ku rêveberiyê herêmê rêzê ji tevahiya lihevkirinên navneteweyî digire ku di encamê de Rûsya piştî lihevkirina Soçiyê ya 22`ê Cotmeha 2019`an wek hêzeke garantorê agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û artêşa Tirk a dagirker de derbasî herêmê bû.

Dewleta Tirk a dagirker di encama êrişên hovane de ku 9`ê Cotmeha 2019`an dabû destpêkirin bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

El-Ebid da xuyakirin ku ji dema ku Rûsya wek hêzeke garantorê lihevkirina agirbestê derbasî herêmê bûye, dewleta Tirk a dagirker asta topbarana xwe ya li eniyên şer zêde kiriye. El-Ebid destnîşan kir ku Rûsya bi vê hevkariya xwe bi dewleta Tirk re dixwaze fişarê li QSD`ê bike da ku wan herêman radestî hêzên hikumeta Şamê bike.

Hevserokê kantona Girê Spî got, li hemberî tevahiya hewldan û planên dagirkirinê yên dewleta Tirk ji bilî berxwedanê û piştgiriya QSD`ê tu rêyên din tune ne.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bang li civaka navneteweyî û rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û terora wê bisekinîn û piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana hêzên wê yên leheng a li hemberî êrişên berberî û rizgarkirina axa Sûriyê ya dagirkirî bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din