‘Hemîd Hac Derwîş lêvegerekî siyasî ya girîng bû`

PYD û TEV-DEM`ê ji bo wefata kesayeta netewî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê Abdulhemûd Hac Derwîş sersaxî xwest.

Tevgera Civaka Demokratîk û Partiya Yekitiya Demokratîk 2 peyamên sersaxiyê ji bo wefata Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê Abdulhemûd Hac Derwîş şandin.

Di peyama PYD`ê de ev tişt hate diyarkirin:

"Îro  agahiya wefata Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê Abdulhemûd Hac Derwîş em xemgîn kirin, hevalê Hemîd yek ji damezrênerên tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê bû û her di refên pêşîn de heta rojên xwe yên dawî tekoşiya, ew lêvegereke siyasî girîng bû, ew yek jî ji ber zanabûna wî ya kûr di doza Kurd de bû.

Hevalê Hemîd Derwîş mirovekî welatparêz û tekoşer bû, bi erka wî wek Sekreterê Giştî yê partiya siyasî dikaribû mîrasên ji zanabûn û tecrûbeya piratîkî ya tekoşîna netewî ya kurdî li Sûriyê ava bike.

Wek Meclisa Giştî ya PYD`ê ji bo koça dawî ya kesayeta siyasî mîna heval Hemîd Derwîş di van demên zehmet ku gelê me li Rojava têra derbas dibe xemgîniya xwe tînin ziman, her wiha em sersaxiyê ji malbat û hevalên wî re dixwazin, her wiha em ji hevalên di Partiya Demokratîk a Pêşvero li Sûriyê re sersaxî dixwazin.”

Di peymana TEV-DEM`ê de jî ev tişt hate gotin:

"Di destpêkê de em wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) sersaxî ji bira û endamên komîteya navendî ya Partiya Demokratî ya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê re dixwazin.

Di vê rewşê de, gelê me yek ji kesayetên rêveber di nav aliyên siyasî yên kurdî de wenda kir, Hemîd mohra xwe li dîroka siyasî ya Sûriyê û Kurdistanê xist, mamsote Hemîd Abdulhemûd Hac Derwîş yek ji kesayetên tekoşer ku jiyana xwe ji bo xizmeta doza gelê Kurd re ji bo gihandina mafên xwe yê rewa derbas kir.

(jo)

ANHA


Mijarên Din