​​​​​​​Hemîd Sadûn: Divê aliyên Kurd li gorî berpirsyarî û baweriya gel bin

Rûspiyê  êla Omeriyan a navçeya Dirbêsiyê Hemîd Sadûm got: “Serkeftina qonaxa yekemîn a danûstandinên Kurdî-Kurdî gavek erênî û dîrokî ye. Divê aliyên Kurd li gorî hêviyên gel tevger bikin.”

Piştî ragihandina serkeftina qonaxa yekemîn a danûstandinên Kurdî-Kurdî gelê Kurd kêfxweş û şad bû.

Rûspiyê êla Omeriyan a navçeya Dibêsiyê ya kantona Hesekê Hemîd Sadûn, girêdayî serkeftina qonaxa yekemîn a diyalogên yekîtiya Kurd ji ANHA’yê re axivî û got: "Serkeftina qonaxa yekemîn a danûstandinên Kurd-Kurd gavek dîrokî ye. Bi taybet ji ber ku ji demekê ve li bendê ye ku aliyên Kurd bigihêjin lihevkirinekê ku xizmeta gelê Kurd bike."

Sadûn diyar kir ku dijminên gelê Kurd hewl didin vê lihevkirinê têk bibin û wiha domand: "Ji ber ku ketine ferqê, lihevkirina di navbera partiyên Kurd de daxwazên gelê Kurd pêk tîne, ziman û çanda wî diparêze. Ev lihevkirin dikare êrişên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd rawestîne û tevahiya destkeftiyên gelê Kurd biparêze. Ji gelek salan ve me hêvî dikir partiyên Kurd bigihêjin lihevkirinekê û bibin yek."

Sadûn bang li partiyan kir ku li gorî berpirasyarî û baweriya gel bin û ev tişt rave kir: "Bi taybet di vê pêvajoya hesas de. Rojane artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha êrişî herêmên başûrê Kurdistanê dike. Divê partiyên siyasî deteyên biçûk ên ku pêkanîna lihevkirinê asteng dikin derbas bikin û berjewendiya gelê Kurd bidin pêş."

Hemîd Sadûn di dawiya gotinên xwe de got: “Em bi serkeftina qonaxa yekemîn ya diyalogên yekîtiyê kêfxweş in. Gelê Kurd hemû bi vê gava dîrokî kêfxweş in. Em hêvî dikin partiyên Kurd gavên baştir biavêjin, gelê Kurd û xaka wî biparêzin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din