Hemdan El-Ebid: Derxistina tevlîheviyê di nava eşîran de şêwazekî şerê taybet e

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid îşaret bi hebûna şaneyên girêdayî rejîma Sûriyê û Tirkiyê kir ku yekser hewl didin tevlîheviyê di nava eşîran de derbixin. El-Ebid derxistina fitneyê di navbera eşîran de wekî şêwazekî şerê taybet ê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hesiband.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di hevpeyvîneke taybet bi ANHA`yê re, bûyerên li gundewarên Dêrazorê nirxand.

‘ŞANEYÊN GIRÊDAYÎ REJÎMA SÛRIYÊ Û TIRKIYÊ LI PIŞT BÛYERÊN HEDEFGIRTINÊ NE’

Hemdan El-Ebid piştrast kir ku bûyerên li Dêrazorê wekî encama tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên girêdayî rejîma Sûriyê û Tirkiyê ku yekser hewl didin fitneyê bixin navbera saziyên Rêveberiya Xweser û eşîrên herêmê, pêk hatin. Ew dixwazin berjewendiyên wan rejîman li herêmê pêk bînin.

El-Ebid destnîşan kir ku di demekê de ku biratiya gelan di nava pêkhateyên herêmê de heye, hewldanên derxistina tevlîheviyê ku Ereb û Kurdan ji hev cuda dike tên kirin.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser wiha da zanîn: "Derxistina tevlîheviyê di nava eşîran de, şêwazekî şerê taybet ê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên Rêveberiya Xweser e ku bi destê rejîma Erdogan li Tirkiyê û rejîma navendî li Sûriyê, tê meşandin."

Hemdan El-Ebid wiha nirxandina xwe berdewam kir: "Ev her du rejîm hewl didin demografiya herêmên di bin serweriya xwe de biguherînin. Li herêmên dagirkirî siyasetên tirkkirinê tên meşdandin.”

 ‘PIŞTEVANÊN RÊVEBERIYA XWESER Û PROJEYA DEMOKRATÎK TÊN HEDEFGIRTIN’

El-Ebid axaftina xwe wiha domand: “Bûyerên hedefgirtinê li dijî şêxên eşîrên ku piştevaniya Rêveberiya Xweser kirin û hewl dan mayînde bikin û piştgiriya saziyên wê kirin, pêk tên. Her wiha hikumeta Sûriyê bi rêya hedefgirtinê hewl dide ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Hikumeta Sûriyê da ku serweriya gelê Sûriyê bike, xwe dispêre Rûsya û Îranê.”

Hemdan El-Ebid bal kişand ser komkujiya El-Şiêtat ku bi sedan ciwanên eşîrê bûn qurbanî ku rejîmê parastina wan nekir û got: "Komkujiyên li Dêrazorê yên der heqî eşîran de pêk hatine ku bi sedan sivîlên bê guneh bûn qurbanî,  bi destê rejîmên ku îdia dikin ku li kêleka eşîrên Erebî ne bi taybetî hikumeta Sûriyê ku der barê mijarê de tu daxuyanî neda, pêk hatin."

‘DEMA KU MIJAR DIBE BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ, HEVKARIYA SÛRIYÊ-TIRKIYÊ XURT DIBE’

Hemdan El-Ebid behsa koordîneya ewlehî ya hikumetên Sûriyê û Tirkiyê kir û wiha tekez kir: "Ev ne tewanbariyê ye, lê belê daxuyaniyên rayedarên her du aliyan û ji wan daxuyaniya serokê Sûriyê Beşar Esed ku behsa koordîne û têkiliyên ewlehiyê yên domdar bi Tirkiyê re kir, vê yekê piştrast dikin. Bi taybetî dema ku mijar Bakur û Rojhilatê Sûriyê , ev hevkarî xurt dibe."

Têkildarî daxuyaniyên hin aliyên ku îdiaya temsîlkirina eşîrên Erebî dikin, El-Ebid wiha got: "Nabe ku aliyên ku Tirkiyê wekî temsîlkarê gelê Sûriyê û eşîrên wê nîşan didin, behsa eşîrên Erebî û berjewendiyên wan bikin. Wan eşîran da ku xaka xwe biparêzin bi hezaran şehîd dan. "

El-Ebid nirxandina xwe wiha bi dawî kir: "Ji erka eşîrên Ereb e ku hevgirtî bin û li dijî plan û projeyên jihevxistina gelê Sûriyê, yek dest bin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din