Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk gefan li hevgirtina niştîmanî dixwe

Hemdan El-Ebid got: "Em ji nêzîkatiyên dewleta Tirk matmayî namînin, ji ber ku dijminê herêmê ye û gefên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Her wiha li gorî pîvanên navnetewî ku îmze kir tevnagere ûrêzdariyê nade cînaran."

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan pirsa rojnamevanan a "Dê operasyonek li dijî Şengalê pêk bê?" wiha bersivandibû: "Em her tim amade ne ku operasyonên hevpar pêk bînin lê heta ku ev operasyon pêk neyên jî, nayên daxuyandin. Gotineke min heye; "Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên". mesele tev ev e. "

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got: "Dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Sûriyê û Iraqê, koçberkirina xwediyê axê û pêkanîna komkujiyan, dixwaze armancên xwe yên mêtîngeriya Osmanî  pêk bîne."

El-Ebid daxuyaniyên Erdogan wiha nirxandin: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, daxuyaniyên dewleta Tirk û girtina rêya ixwanan ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraq û dewletên din ve ji bo ne tiştekî  nû bû.

Me dît ku dewleta Tirk her tim aloziyên xwe yên hundrîn derdixîne derve, bi taybet dewletên cîranê xwe. Di du rojên derbasbûyî de agahî belav bûn ku dewleta Tirk gefa êrişên dagirkirinê li djiî Şengal û Dêrikê xwar ku dê di nava nava kêmî 10 rojan pêk bîne. Her tim em dibînin ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe yên taybet û ji bo ku çavên gelê Tirkiyêji ser aloziyên ku li Tirkiyê çêdibin bigre, zimanê axaftina xwe hişktir dike."

Hemdan El-Ebid di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Em ji ber nêzîkatiyên dewleta Tirk matmayî namînin. Ji ber ku dijminê vê herêmê ye. Gefên wê li ser Dêrik, Dirbêsiyê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Li gorî pîvanên navnetewîyî ku îmze kir, tevnagere. Rêzê ji dewletên derdorê re nagire. Her tim destwerdanê dike û gefan li herêmên derdor dixwe. Her tim dibêje ku ew parastina ewlehiya xwe ya netewî li ser sînor dike. Ma çi elaqeya Şengalê ye ku bi dehan kîlometreyan dûrî sînorê dewleta Tirk e. Lê armanca wê ji daxuyanî û êrişan ku hevgirtina civakî parçe bike û armancên osmaniyan ku beşin ji Sûriyê û Iraqê tev li xaka xwe bike, pêk bîne."

Hemdan El-Ebid got piştî 10 salan ji aloziya Sûriyê civaka navneteweyî çavên xwe ji kirinên dewleta Tirk li Sûriyê re digre, bi taybet piştî ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û niha jî gefan li Dêrik a Sûriyê û Şengal a Iraqê dixwe.

Di dawiyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid anî ziman ku ew xwediyê maf in, mafên wan heye ku li hember dewleta Tirk û çi dagirkerên ku dixwazin xaka wan dagir bikin, parastina xwe bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din