​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Divê em xwe nespêrin civata navneteweyî

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li hember êrişên dagirkeriya Tirk de, xwe dispêre gelên herêmê, ne hêzên navneteweyî.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hemdan El-Ebid der barê niyetên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê de  got: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û pabendî peymanên agirbestê yên ku bi Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re îmze kirine, nabe. Hê jî em di nav şerekî leşkerî yê rasteqîn ê domdar de dijîn."

El-Ebid bal kişand ser îdiayên derew ên dewleta Tirk û ev tişt anî ziman “Herî dawî bi hinceta parastina 'ewlehiya neteweyî' û avakirina 'herêma ewle' û vegerandina penaberan, gefên dagirkirina Til Rifet û Minbicê yan herêmên din Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar. Ev hemû hincet in. Armanca wan a rast e ew e ku beşên nû ji xaka Sûriyê qut bike û mîna Lîwa Îskenderon tev li Tirkiyê bike."

 ‘EGER HERÊMÊN ME EWLEHIYA WÊ DIXE METIRSIYÊ, ÇIMA EW JI ÎDLIBÊ JÎ NATIRSE?’

El-Ebid wiha domand: “Eger herêmên me ewlehiya wê ya neteweyî dixe metirsiyê, wê demê çima ew ji Îdlibê jî li ewlehiya xwe ya neteweyî natirse ku komên terorîst ên cîhanî  û serçeteyên El-Qaîde û DAIŞ’ê tê de bi rihetî bi cih bûne?''

El-Ebid îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker civîna NATO’yê ya ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê bi kar anî da ku geh bi hinceta penaberan û geh bi hinceta ewlehiya xwe ya neteweyî û cihên xwe stratejîk destkeftiyan li ser hesabê dewletên din bi dest bixîne. Lê bi tu awayan li gorî qanûnên navneteweyî tevnagere.

El-Ebid her wiha tevlêbûna Fînlandiya û Siwêdê ya NATO’yê bi pejirandina şertên Tirkiyê  bi nav kir û got, di vê rewşê de ev komployek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û paşguhkirina mafên tevahî gelên wê ye.

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku divê bawerî bi tu hêzên navnetewyî neyê anîn û got: “Divê em xwe nespêrin dewlet û civata navneteweyî, divê em bi hevgirtin û yekitiya xwe, li gorî peyman û lihevkirinên navneteweyî, li ber xwe bidin.”

El-Ebid di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser armancên dûr ên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ew dixwaze ajnîdeyên xwe pêk bîne û Osmaniya nû vejîne, ew Heleb, Mûsil û Kerkûkê jî dixwaze.”

El-Ebid wiha domand: “Mixabin li beramberî bazaran destûr dane Tirkiyê ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Me dît çawa destpêka krîza Sûriyê di navbera Rûsya, Îran, dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê de lihevkirinek ji bo valakirina gundewarê Şamê û çend taxên Helebê û Derayê li hember bicihkirina wan şêniyan li Îdlib, Efrîn û deverên din ên dagirkirî, pêk hat.”

Hemdan El-Ebid hişyarî da ku êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê tê wateya vejandina DAIŞ’ê û şaneyên wê û got: ''Dewleta Tirk a dagirker dixwaze DAIŞ’ê bi her awayî vejîne ku bi vê yekê ne tenê Sûriyê, lê belê hemû cîhanê dixe metirsiyê. Ji ber wê jî divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî dewleta Tirk a dagirker bixin lîsteya dewletên terorîst û dewletên ku destekê didin terorê.”

El-Ebid bang li NY'yê kir ku dawî li gef û êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê bînin û da zanîn ku Tirkiyê dixwaze şerê qirkirinê li dijî kurdan ku xeterî li ser tu kesî çênekiriye, pêk bîne.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hemdan El-Ebid di dawiya axaftina xwe de peyamek da NY, dewletên Ewropî û rêxistinên mafên mirovan ku tê de banga biryareke navneteweyî ji bo rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê, kir.

(mh)

ANHA


Mijarên Din