Hemdan El-Ebid: Dîrok lehengiyên gelê me dinivîse

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku Sûriye ya hemû azadîxwazan e û got "Dê dîrok lehengiyên gelê me yên ji bo jiyaneke hevbeş û azad tê dikoşe, binivîse."

Hemdan El-Ebid beşdarî 3`yemîn Mîhrîcana Werzîşê ya Minbicê û Gundewarên Wê bû ku bi boneya salvegera 3`yemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, îro li dar ket.

El-Ebid wiha got: "Ev roj ne tenê ji bo şêniyên Minbicê ye, lê belê ji bo hemû xelkê Sûriyê û azadîxwazên cîhanê ye. Ev roj xwedî dîrokeke nayê jibîrkirin e û dîrokeke ku dê bê nivîsandin."

Hemdan El-Ebid wiha berdewam kir: "Gotin em veqetînê dixwazin, lê belê ji bo careke din avakirina Sûriyê û parastina yekitiya ax û gelê Sûriyê, me zarokên xwe feda kirin. Pêkhate û ol li Sûriyê hene, em rêzê li hember wan digirin û em xwedî fikreke mirovî û exlaqî ne ku banga mirovatî û aştiyê dike û rêzê li hember hemû ol û çandan digire."

Hemdan îşaret bi rola girîng a jinan di tunekirina terorê de kir û wiha da zanîn: "Dayikên şehîdan di oxira rizgarkirina xakê ji terorê, kezebên xwe feda kirin. Bi saya fikra neteweya demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê li gorî wê jiyaneke hevbeş bi hev re dijîn."

 Cîgirê hevserokatiya mecisa rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di axaftina xwe de îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û guhertina demografiya herêmê, her wiha anîna çeteyan ji bo bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û kiryarên zordariyê kir.

El-Ebid wiha pê de çû: "Niha jî dixwaze herêman bi petrola Sûriyê re biguhere. Ji van hemû bûyeran civaka navneteweyî li ku ye?. Qanûna navneteweyî li ku ye?, ka rêxistinên mafên mirovan?. Dagirkeriya dewleta Tirk li ser hesabê gelê Sûriyê tê birêxistinkirin."

Hemdan El-Ebid di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku piştî 3 salan ji damizrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, Minbic bûye cihêa aramî, ewlehî û istîqrarê.

Kar û barên mîhrîcanê dewam dikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din