Hemze Melkî: Divê doza komkujiya Parîsê ji nû ve bê lêkolînkirin

Parêzer Hamza Melkî diyar kir ku piştî îtîrafên têkildarî Komkujiya Parîsê, divê dewletên Ewropayê ji bo ku berpirsên komkujiyê bên eşkerekirin, ji nû ve lêpirsînê vekin û got “Ev komkujî li dijî nûnerên siyasî yên Kurd êrişeke terorî ye.”

Ji damezirînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin.

Di 17'ê Kanûna 2016'an de li Fransayê bi mirina biguman a Omer Guney di girtîgehê de, doza têkildarî buyerê jî betal bû.

Mirina Guney a biguman li cem Kurdan wek nixumandina komkujiyê hat dîtin û hem malbat hem jî saziyên hiqûqî û gelê Kurd nerazîbûn nîşanî rewşê dan û daxwazên xwe yên ji bo ronîkirina komkujiyê bi rengekî bênavber di rojevê de hiştin.

Ji roja destpêkê ve Kurdan got li pişt komkujiyê îstixbarata dewleta Tirk heye û mirina biguman a Omer Guney, ev şik û guman xurtir kirin. Ji ber ku Ruhî Semen ku yek ji rêveberên klûba sporê ya "Turk Spor Hausham"  û berpirsê Yekitiya Îslamî ya Tirk a Karên Diyanetê ya Tirkiyê ye bi rêya medyaya civakî ya girêdayî wan karê dijminahiyê berdewam kir, di vir de jî hat dîtin ku rola dewleta Tirk a dagirker heye û hat aşkerekirin.

Piştî ku dem di ser re derbas bû, Komkujiya Parîsê bi zanebûn hate nixumandin. Her çendî hemû nîşane dewleta Tirk nîşan bidin jî, ev komkujî bi awayekî fermî negirtin ser xwe. Tevî hemû hewldanan jî hikumeta Fransayê ev doz zelal nekiriye.

Lê belê serokê berê yê Daîreya Îstixbaratê ya fermandariya Giştî ya dewleta Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn got divê rêveberên KCK'ê “her wekî berê jî çêbûye, ne tenê li Qendîlê, li Ewropayê jî hedef bên girtin” û bi vê yekê li xwe mikur hat ku Komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Ji ber ku ne ji dewletê ne jî ji Pekîn daxuyaniyek berevajî derneket, ev gotin wek delîl hatin qebûlkirin ku Komkujiya Parîsê karê dewleta Tirk e.

‘QETLÎAMA PARÎSÊ ÊRIŞEKE TERORÎ YE’

Parêzer Hemze Melkî îtîrafa Pekîn bi bîr xist û got: “Komkujiya Parîsê binpêkirina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Ev nayê qebûlkirin. Ev komkujî êrişeke terorî ya aşkere ya li dijî nûnerên siyasî yên Kurd e. Dewletên Ewropayê ku xwe wek demokrat û parêzvanên mafên mirovan binav dikin, divê piştî van îtirafên zelal, Komkujiya Parîsê ji nû ve were lêkolînkirin.”

Melkî her wiha destnîşan kir ku dewletên Ewropayê ji bo ku pêşî li komkujiyên bi vî rengî bigirin, divê hewcedariyên hiqûqa navneteweyî bi cih bînin.

Melkî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê û Rojhilata Navîn polîtîkayên dagirkeriyê pêk anîne, sivîl qetil kirine û sûcên şer kirine û got: "Îro gelek belge û raporên ku sûcên şer ên Erdogan îsbat dikin, hene. Eger hesab ji Erdogan û hevkarên wî neyê pirsîn, dê komkujiyên xwe bidomîne."

Her wiha Melkî got tevî îtirafên Pekîn jî bêdengiya Fransayê tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re û bang li hemû dewletên Ewropayê, bi taybet Fransayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

ANHA


Mijarên Din