Henîfî:  Divê ENKS li xwe veger e

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mistefa Henîfî got: “Divê “Encumena Niştîmanî ya Kurd” li xwe vegere.”

Di dema banga yekîtiya Kurd tê kirin de, Rêveberiya Xweser li pêşiya partiyên Kurd rê vekir. Lê şandeyek ji Encumena Niştîmanî ya Kurd di 19`ê Sibatê de serdana Enqereyê kir.  Şande bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu re civiya. Ev hevdîtin li rastî nerazîbûnên kurdên rojava hat. 

Yek aliyê ku bertek nîşanî vê hevdîtina di navbera ENKS'ê û dewleta tirk de dan Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Suriyê bu. 

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mistefa Henîfî bang li ENKS'ê kir û got ku "divê ENKS li xwe vegere" û di derbarê mijarê de wiha axifi:

"Divê partiyên hundirîn van astengiyan derbas bikin û bi hişyarî tevbigerin. Ji destpêkê ve me hewl da Kurdan li hev kom bikin. Ji 2015`an ve û heta roja me ya îro em hewl didin astengiyan derbas bikin. Ji ber ku em xeteriyek mezin li dijî hebûna Kurd dibînin. Mînaka wê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Lewra em hewl didin li hember vana yekîtiya Kurdan pêk bînin. Tenê bi rêya yekîtiyê em dikarin  xeteriya li dijî gelê xwe tune bikin."

Henîfî hêvî kir ku serdana şandeyê ya Enqereyê di navbera partiyên Kurd de nebe asteng û wiha axivî: "Ji ber ku Kurd dikarin bigihêjin çareseriyê û dikarin wan şaştiyan bi rêya reftariyek siyasî û hişdar derbas bikin."

Henîfî got, ew texmîn dike ku serdan hewldanek be ji bo ku zextê Partiya Yekitiya Demokratîk bikin da ku hinek destkeftiyan bidest bixin.

Henîfî  wiha dirêjî da axaftina xwe: "Partiyên Kurd heta niha ne xwedî projeyek yekîtiyê ne. Em hêvî dikin ku mîna wan projeyan hebin. Divê partî projeyên wihe pêşkêş bikin û li ser wê lihev bikin."

Girêdayî hewldanên gihaştina lihevkirinekê bi rejîma Sûriyê re Mistefa Henîfî got: "Rûsya hewl dide lihevkirinên siyasî û leşkerî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de pêk bîne. Bi vekirina rêya diyalogê. Zextê li Şamê û partiyên ku bi Şamê re ketine diyalogê bike, ji bo ku carek din di vî warî de kar bikin. Heta ku tevahiya partiyê Kurd ên çalak li derve bikevin vê çarçoveyê. Armanc ne tenê diyaloga bi Şamê re ye, heman demê de lihevkirinek Kurdî siyasî çêbibe. Ji ber ku em ne li dijî pirrengiya partiyatî ne. Her wiha çavên kolana Kurd niha li rêya lihevkirinek siyasî ya Kurdî ne. "

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mistefa Henîfî bang li partiyên Kurd kir ku li rewşa Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê binêrin û got: "Ka em destkeftiyên mayî yên vî gelî biparêzin. Piraniya dewletên herêmê di nav de dewletên Ereb, Tirkiye û Îranê qebûl nakin gelê Kurd mafên xwe bidest bixe. Lewra piraniya wan dewletan hewl didin fitne û parçebûnê di navbera hêzên siyasî yên Kurd de biafrînin."

Henîfî bang li partiyên Kurd kir ku dersê ji Efrînê bigirin û got: “Tirkiye li Efrînê cudahiyê nake navbera alîgirên ENKS’ê yan jî Partiya Yekîtiya Demokratîk de. Kî dibe bila bibe para xwe ji zilma Tirkiyê digire. Lewra divê partî bi cidî li vê mijarê binêrin.”

Di dawiya gotinên xwe de Henîfî bang li partiyên Kurd kir ku bi lez yekitiya Kurd pêk bînin, ji bo ku rê li pêşiya kerasetan bigirin û gelê Kurd  mafên xwe yên neteweyî li Sûriyê bi dest bixe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din