​​​​​​​Heqê 8 balafirên F-35 ku dihat payîn radestî Tirkiyê bihatana kirin, dê DYA bide

Pantagonê eşkere kir ku dê li hember kirîna 8 balafirên F-35 ku dihat payîn radestî dewleta Tirk bikirana, pereyan bide. Eev yek jî ji ber cezayên DYA’yê yên li dijî Tirkiyê li ser kirîna Enqereyê ya pergala parastina asîmanî ya S-400 ên Rûsyayê pêk hat.

Kovara Defense News a Amerîkayê ragihand ku piştî salekê ji nakokiyên li ser kirîna balafirên F-35 ku şîrketa Lockheed Martin çêdike, bi dawî dibe. Ew jî piştî dewleta Tirk ji bernameya xwe ya taybet bi dûr xist, pêk hat.

Kovarê diyar ku buhayê balafireke F-35, 77,9 milyon dolar e, her wiha di girêbestê de 6 balafirên dîtir jî hene ku çarenûsa wan hê nehatiye diyarkirin.

Tirkiyê plan dikir ku 100 balafirên F-35 bikire. Lê belê di Tîrmeha par de piştî îmzekirina peymanê bi Rûsyayê re li ser kirîna pergala parastina asîmanî ya S-400, dewleta Tirk ji kirînê hat bidûrxistin.

Rayedarên amerîkî diyar kiribû ku hebûna balafirekê li nêzî pergala parastinê ya Rûsyayê dê ewlehiya wê bixe xetereyê û detayên balafirê kom dike û pêşkêşî Moskovê dike.

DYA’yê biryar dabû ku pîlotên leşkerî yên Tirkiyê li ser balafirên F-35’ê perwerde neke, ew jî wek parçeyek ji "derbeya cezakirinê" li dijî Enqereyê piştî girêbesta pergala parastinê ya asîmanî ya Moskovê ye.

(fr)


Mijarên Din