​​​​​​​‘Her birîndarekî ku min derman dikir, kurê min Menan bû’

Serpêhatî û çîrokên lehengiyê, 58 rojên berxwedanê ya li hember dewleteke ku endama NATO‘yê ye û doza girêdana bi welêt êdî bûne beşek ji jiyana şêniyên Efrînê yên ku neçar mane koçber bibin. Ji wan çîrokan yek jî ya Dunya Elûş e.

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî kantona Efrînê ku 20`ê Çileya 2018`an dest pê kir de her kes berdêlê girêdana xwe bi axa xwe ve da.

Di dirêjahiya 58 rojên qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de bi sedan çîrok û serpêhatiyên girêdayî gelê ku xwest bi azadî û demokratîk bi hemûyan re bijî, derketin pêş. Fedekariyên jinan di vî warî de nayên veşartin. Jinan roleke pêşeng di Berxwedana Serdemê de lîst.

Dunya Elûş (42) ji gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê yê bakurê rojavayê bajarê Efrînê ye. Dunya dayika sê zarokan e; Menan, Hisên û Mihemed Hiso.

Dunya li gorî kevneşopên civakê yên berê di 17 saliya xwe de dizewice. Pişt 10 salan anku beriya 15 salan hevserê wê Ehmed Hiso dimire.  Dunya tevî her sê kurên xwe li mala bavê xwe ya li gundê Kûra dimîne û di nav zeviyan de kar dike ji bo ku debara malbata xwe li gel şertên jiyanê yên dijwar peyda bike.

Dunya kurên xwe li ser hezkirina welêt mezin dike. Piştî salekê ji destpêkirina Şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de kurekî wê tev li nav refên şoreşê dibe.

Ji ber hezkirina welêt û naskirina tevgerên Kurd Dunya tevî nexweşiya xwe di 2017`an de cihê xwe di nav refên Hêzên Parastina Civakî-Jin de digire.

Girêdayî wê Dunya dibêje: "Wek Hêzên Parastina Civakî me cihê xwe di eniyên şer de girt û me li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê liber xwe da."

Dunya wiha domand: "Ruxmî tirsa min ji dîtina xwînê, lê dema min birîndar û şehîd didîtin hêz û morala min bilind dibûn. Lew ra min alîkariya hemşîreyan dikir."

Dunya destnîşan kir  ku  wan birîndaran bi amûrên besît derman dikirin û piştre dişandin nexweşxaneya Avîrn li navenda bajêr da ku dermankirinê temam bikin.

DEMA BIRÎNDARAN DERMAN DIKE AGAHIYA ŞEHADETA KURÊ XWE DIBIHÎZE

Dunya di dema ku alîkariya birîndaran û hemşîreyan dikir de, agahiya şehadeta kurê xwe dibihîze. Girêdayî wê Dunya îşaretpê dike: "Dema min birîndar derman dikir,  ez pê dihesiyam ku her birîndarek kurê min Menan e. Lew ra min  karê xwe temam kir bêyî ku biçim û rewşa kurê xwe nas bikim. Heya min agahiya şehadeta wî bihîst."

Dunya diyar kir ku rojê zêdetirî 10 birîndar û zêdetirî 5 şehîdan pêşwazî dikirin.

DIJWARIYA KOÇBERIYÊ

Piştî berxwedana 58 rojan şêniyên Efrînê neçar man ji Efrînê ber bi kantona Şehbayê ve koçber bibin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê şêniyên bajêr ên resen dan koçberkirin.

Dunya wiha dibêje: "Em neçar man ji bajarê xwe koçber bibin. Di rêwîtiya koçberiyê de xwişka hevserê ji ber tirsa ji dengê balafirên ku bê merhemet û bi dijwarî bomberbaran dikirin, wefat kir. Balafiran sivîlên ku ji bajêr derdiketin kirin hedef. Lew ra min li çarxerêya Maratê li Efrînê wê binax kir. Piştre me rêya xwe ber bi Şehbayê ve berdewam kir."

Niha Dunya tevî malbata birayê xwe li gundê Babnisê yê kantona Şehbayê dimîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din