Her kes li ser Koronavîrusê diaxive... lê modernîteya kapîtalîst?-1

Koronavîrus dijberiyekê li tevahî cîhanê çêdike û divê her kes li hemberî wê bisekine. Lê belê divê bê zanîn ku modernîteya kapîtalîst ji Koronavîrusê xeternaktir e û divê her kes li hember vê sîstema ku bûye sedema azarên li dijî gelên cîhanê, bisekine.

Koronavîrus (Covid-19) li Wohan a Çînê di Kanûna 2019’an de derket û li tevahî cîhanê belav bû. Heta niha bi hezaran mirovan jiyana ji ber wê ji dest da û bi sed hezaran pê ketin. Her wiha hê jî li tevahî dewletên cîhanê berbelav dibe û metirsiyek li ser asta cîhanî afirand, ji ber ku heta niha tu derman jê re nehatine dîtin.

Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk) de wiha dibêje: "Çi qas asta pêşketina bijîşkî hebe dê li hember zêdebûna nexweşiyên çêkirî yên di nava civakê de mîna tîhor aciz be. Lê berevajî wê, pêşketina bijîşkiyê bi xwe pêşbîniyeke durist a diyalektîkî der barê pêşdeçûna nexweşiyan de ye."

Lê belê rêber Abdullah Ocalan balê dikêşe ser xala herî girîng a ku modernîteya kapîtalîst ferdên civakê bi nexweşiyên eseb û penceşêrê dixeniqîne û wiha dibêje: "Qewmiyet, olparêzî, desthilatdarî û zayendperestî mîraseya zihnî û hestiyarî ya kapîtalîzmê ne, her tim nexweşiyan çêdikin, çi sazî dibe yan jî ferd dibe. Her wiha nexweşiyên bingehîn ên zêde nîşaneya nexweşiyên zihnî û derûnî ne, li aliyekî din jî kapîtalîzm cihê xwezayî yê ku civak xwe dispêrê, ji jev kir û berbelav kir."

Rêber Abdullah Ocalan di vê parêznameyê de bi hûrgilî li ser modernîteya kapîtalîstê diaxive û wiha dibêje: "Tevî hakîmiyeta tund a modernîteya kapîtalîst di vê demê de, lê kapîtalîzmê li gorî kirinên xwe berbelavbûneke civakî ya herî xeternak çêkir, her wiha li dijî mirovahiyê bi giştî sekinî û ji diyalektîka gerdûnî ya xwezayî veqetî. Lê der barê hilkişîna kapîtalîzmê û damezirandina wê ya hegamonyaya cîhanî di sedsala 16’an de dişibe çîroka ‘Çil Heramiyan’.  Ne ji tevliheviya erdnîgariya rojavayê Ewropayê û çandên niştecih ên tê de bûya, ne ji nakokiyên etnîk ên di navbera îslam û xiristiyaniyê de bûya, ne ji derbeyên Moxolan ên wêranker li Çînê bûya ku wek çînan berdewam dike, kapîtalîzmê nedikarî şans li rojavayê Ewropayê bi dest bixista ku hegamonyaya xwe pêk bîne. Divê neyê jibîrkirin ku ev hegamonya li girava Brîtanyayê ku tu kes li bendê nebû, pêk hat. Ji ber ku li keviya rojava ya erdnîgariya ku her sê parzemînên li xeta Amsterdam-Londonê digihîne hev. Ji ber ku çîneke biçûk a xwediyên desthilat û kapîtalê yên sirgûnî giravê bûne ku împaratoriyên li bejahiyên parzemînê hene, wan danequrtîne, xwe komî ser hev kirin û serkeftin para wan bû.

Wê çînê sê çekên nûjen di wî şerî de ji xwe re çêkirin. Ev her sê çekên bi serketî ji sedsala 16’an heta19’an pêk hatin, her wiha heta nîvê sedsala 20’an jî derbasdar bû û stûnên sereke yên modernîteya kapîtalîst ava kirin û wiha ne; her ked ji kapîtalîzmê da ku qezenca mezin bê kirin, desthilat wek desteya dewletê ya qewmî bê sazkirin û ber bi şoreşa endustriyê ve biçe."

Her wiha rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku vê sîstemê zanîst bi kar anî ku desthilatê li ser îdeolojiya civakê û xwezayî bike, her wiha endustriyalîzm bi kar anî ku civak û hawîrdorê daqurtîne, lê der barê kapîtalîzmê de ku mohrên xwe li hegamonya ji salên 1970’î de xistine wiha rêber Ocalan li ser diaxive: "Sîstemekî bi temamî li dijî xweza û civakê ye, bidestxistina wê ya qezencê di rojekê ya bi trilyon dolaran, lîstina bi jimarên pêşbînî yan jî bi pereyan, têrê dike ku bê sepandin çi qas ev sîstem sîstemeke dîzî, nerewa û barbarî ye."

Ocalan wiha rave dike: "Kapîtalîzm bi xwe krîzeke mirî ya ku di pergala medenî de karaktereke mayînde bi dest xistiye û wêran kiriye, her wiha hegamonyaya xwe di 5 sedsalên dawîn de pêk anî. Bi wê re jî şerên qirkirinên etnîk, kiryarên dizîn û talankirinê mîna pêkanîna mêtıngeriyan, fersendgirtina ked, wêrankirina hawîrdor û di dawiyê derfetgirtina ferd û civakê, pêk anîn. Bi nêrîna li serjimariya şerên di sedsala dawîn de pêk hatine, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku sîstemê ne tenê bi karaktera krîzê ve girêdayî ye, lê belê taybetmendiyên wê yên penceşêrê ji bo civaka mirovahî û hawîrdorê ne."

Di dîrokê de şerê li ser desthilatê bû sedema kuştina bi milyonan mirovan, her tim nexweşî jî ji ber wan şeran bû û komkujiyên Osmaniyan li dijî gelên li herêmê şahideyên wê ne. Ev komkujî ku di 1516’an de dest pê kiriye, bû sedema kuştina 40-90 hezar elewiyan li bajarê Helebê mîna komkujiya "Gir" ku li gorî komkirina seriyên kuştiyan û weke gir hat çêkirin û nav lê hat kirin. Her wiha di 1517’an de Osmaniyan di rojekê de 10 hezar misirî kuştin, ji sala 1842’yan heta salên 1880’î de nêzî 24 hezar mirov li bajarê Kerbelayê yê Iraqê kuştin.

Lê bi derketina hêmana qewmî di navbera dewletan de piştî îmzekirina peymana Stevalia di 1649’an de asta pêşdeçûnan ber bi dewletên qewmî ve zêde bû. Pevçûn û şerên cuda di navbera welatan de ne mimun bû ku bêyî ku ji neteweperestî û hêza xwe re wek nimûneyek di netewedewletê de bêne bicihanîn.”

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe ya li ser mondernîteya kapîtalîst û netewedewletê de wiha dibêje: "Şerên Napolyon di vî warî de roleke pêşeng lîst. Wê çaxê ew ê nikaribû şer bidomanda bêyî ku Fransa bibe netewedewlet. Lê îdeolojîstên Alman, ku ji nêz ve nûsaziyan dişopînin, wan hemî serokên mijarê ku ji bo nasyonalîzma Alman û dewletên neteweperest ên Alman ku di kesayeta Napoleon de têne pejirandin, kifş kirin. Bi vî rengî nasyonalîzma Alman a faşîst a ku di yekitiya Almanyayê ya bi leza birûskê de muxalefet çêbûya, şêwaza dewleta ku nûjen digeriya, ronî dikir. Zayîna Hitler ew bû ku gavên xwe yên pêşî gav bi gav biavêje, di destpêka sedsala nozdehan de.”

Şerên di navbera netewedewletan de komkujî pêk anîn û bi wê re jî bi sedema kuştiyan krîzeke li ser rûyê erdê pêk hat. Şerê Cîhanê yê Yekemîn di 1914-1918’an de di navbera hevalbendiya Brîtanya, Fransa û Rûsya û dewletên navend Almanya, dewleta Osmanî, Nemsa û Bulxaristan de pêk hat, tê de zêdetirî 70 milyon leşker hatin komkirin, jê jî 60 ewropî bûn ku beşdarî şeran bibin.

Di vî şerî de zêdetirî 9 milyon leşker û 7 milyon sivîl hatin kuştin, ev şer jî hêmaneke sereke ya piştevaniya berbelavbûna vîrusa Spanyolî ya 1918’an de pêk anî ku 50 milyon kuştî li tevahî cîhanê çêkir.

Ji wê zêdetir jî Osmaniyan nêzî 1-1,5 milyon Ermenî, 250-500 hezar Suryanî di demên 1914 – 1924’an de kuştin, her wiha gelek komkujî li dijî bi navê netewedewletê pêk anîn û hê jî pêk tîne.

Lê Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku di destpêka Îlona 1939’an de li Ewropayê dest pê kiriye û di 2’yê Îlona 1945’an bi dawî bûye, tê de piranî dewletên mezin ji tevahî cîhanê wek du hevalbendên leşkerî yên dualî beşdar bûn û wiha ne; dewletên hevalbendên Brîtanya, Fransa, Amerîka û Rûsya û dewletên li hember; Almanya, Japonya û Îtalya.

Yekser di vî şerî de zêdetirî 100 milyon mirov ji zêdetirî 30 welatan beşdar bûn, her wiha dewletên beşdar tevahî hêzên xwe yên zanistî, aborî û endustrî xistin xizmeta leşkerî û bûn sedema kuştina mezin ji sivîlan, her wiha mayîna nukleerê li dijî Hiroşîma û Nagasakî jî hat bikaranîn. Li gorî serjimariyan qurbaniyên vî şerî 50-85 milyon kuştî bûn anku zêdetirî ji sedî 2,5 ji serjimariya giştî ya şêniyên li ser erdê di wê demê de bûn.

Tevî hejmara mezin a kuştiyan, hê jî netewedewlet di şerên xwe û qirkirina gelan de berdewam e, hê jî li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê şer heye û salane bi sed hezaran qurbanî hene bêyî ku tu kes vî şerî bisekinîne, ji ber rawestandina şer nakeve xizmeta modernîteya kapîtalîst û serweriya wê têk dibe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din