Her kes li ser Koronavîrusê diaxive..lê modernîteya kapîtalîst? -2

Modernîteya kapîtalîst ji pirsgirêkên ku li cîhanê rû didin, ên mîna pirsgirêkên li hember jinê, bêkarî, xizanî û belavbûna nexweşiyan berpirsyar e.

Modernîteya kapîtalîst bi rengek hêdî cîhanê hildiweşîne. Vîrusa Koronayê ya ku niha giştî cîhanê belav bûye yek ji amûrê vê hilweşandinê ye.

Modernîteya kapîtalîst xwe li ser sê lingên sereke ava dike, kapîtalîzm, netewdewlet û îndustiryalîzm. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de berfirehî vê rastiyê radixe ber çavan.

Di vê beşê de em ê balê bikişînin ser bandora van lingan bê ka çawa li civakê bandoriyê dike.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê "Li Rojhilata Navîn Kirîza Şarestaniya û Çareseriya Modernîteya Demokratîk” wiha dibêje:

 "Yek ji sêlingên distana modernîteyê, kapîtalîzm bi xwe wexta şensê sîstembûnê zevt kir, bi tesfiyekirina civakbûnên sereke yên pêşî û paşiyê dîrokê bûn, dest bi kar kir. Berê pêşî bi slogana ‘nêçîra pîresêhran’ hêza civakbûna jinê ya hewl dida li ser piyan bimîne, di nava agir de bi qirçeqirç şewitandin.

Mirov nikare nêçîra pîresêhran ji sermayeyê serbixwe bifikire. Di avakirina hegemonya xwe li ser jinê de weke koletiyeke kûr, ev gerdîşên şewitandinê heta dawiyê li hesabê wê hatin. Di roja me ya îro de bi vî awayî piçûkxistina jinê û ketina wê ya xizmeta sîstemê, bi pêkanîna van şewitandinên di dema qonaxa derketina holê ya hegemonya kapîtalîst de ji nêz ve têkildar e. Bîranînên dehşet ên şewitandinê, jin li Ewrûpayê bi awayekî bêsînor xistiye xizmeta mêr.

Jin niha bûye kole, erka wê çêkirina zarokan û xizmeta zilam û malbatê ye û tu maf jê re tuneye. Li dewletên Ewropayê ku qaşo herî pêşketî ne, jin wekî amûra rêklaman û fihuşan ji bo qezenckirina pereyan tê bikaranîn.”

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku piştî jinan, rejîmê civaka çandinî –gundewaran bê rehim hilweşand û wiha dewam dike:

"Sîstemê piştî jinê, bi awayekî bêrehm civakbûna gund-cotkariyê jî hilweşand. Heta ku aliyê wê yê komin demokratîk li ser piyan bimana wê desthilatdarî û kara herî zêde bi dest nehata xistin û ji ber vê jî civakbûna gund-cotkariyê bivê nevê, bûbûya hedef. Ev civakbûnên bi deh hezar salan bûne zemînên heqîqet û maneya kêfxweşî, êş û berxwedanên mirovatiyê çiqasî bêne tesfiyekirin, şensa sîstemê ya gavavêtinê jî wê zêde bibe. Tevahiya kirinên li dinyayê û yên li Ewrûpaya piştî sedsala 16. qewimîne, vê rastiyê piştrast dikin.

Hilweşîna civaka gund û cotkariyê pirsgirêkeke besît a aborî nîne. Tinekirin û têkçûna çandeke civakî ya deh hezar salan e. Pirsgirêk jî li şûna cotkariyê girîngiya ekonomiya pîşesaziyê ya zêde karê tîne nîne, hebûna civakî bi xwe ye. Di rewşa krîza avabûnê ya roja me ya îro de bi awayekî pirr bi zanebûn di serî de qadên cotkariyê di gelek qadan de civak bê kar tê hiştin, nebatên genetîk derdixin pêş û bi vî awayî derbê li cotkariyê dixin. Nebatên bi genetîka wan hatî lîstin, bi tenê nebatên xwezayî naşkînin, ji nexweşiyên dawiya wan nayê zanîn re zemîn jî amade dikin."

Li gorî raporekê ku Neteweyên Yekbûyî di sala 2019‘an de weşandibû, milyon cûre nebat li pêşberiyê xeteriya tunekirinê rû bi rû maye. Li gorî agahiyên ku belav bûne 571 cûre tuneb bûne.

Rêber Abdullah Ocalan wiha didomîne: "Kapîtalîzmê koletiya herî terbiyekirî ya jêre proleterbûyîn tê gotin, rewa kir û bi vî awayî derbeke din a mirinê li heqîqeta civakê xistiye. Yek ji şaşiyên mezin ên K. Marks ew e, bi awayekî xafil yeqîn kiriye ku proleterê yek ji hêmanên heqîqetê yê ji destçûyî ye, kirdarê sereke ye. Proleter koleyekî pêşdebirî ye. Heta ku vê rewşa xwe dewam bike ti carî nikare bibe kirdarekî bûye xwediyê heqîqetê. Kapîtalîzm heta bi tevahî xisletên civakî, insanî yên di proleter de nekuje wî nabe ser karê xwe. Cewherê civakî û insanî yê koleyê di serdema antîk de, ji koleyê modern ango proleter bi gelekî zêdetir e. Lê ji ber ku kole ye, payeya xwe ya heqîqetê, kengî bigihîje azadiyê wê bi dest bixe. Hem kolemayîn, hem jî bûyîna xwediyê payeyê, berevajîkirineke mezin a Marksîzmê ye. Di bingehê serneketina sosyalîzma reel de ev heqîqet heye.”

Li gorî Rêxistina Kar a Neteweyên Yekbûyî di sala 2019‘an 3.4 milyar kerker bê kar in. Li gorî raporekê ku di 10‘ê Adara îsal de weşandiye, rêxistinê diyar kir ku hejmara ciwanên ku bêkar in 267 milyon ciwan in.

Mudîrê Rêveberiya Siyaseta Xebitandinê di Rêxistina Kar a Neteweyên Yekbûyî de  Sanjeon Lee got: "Di rapora me de derdikeve ku teknolojiya di heman demê de ji bo ciwnan derfet û xeterî ye di bazaran kar e. Îhtîmal heye ku pêşketinên aborî û siyasî yên heyî, her wiha rûdanên Koronavîrusê aktorên xeteriyê zêde bikin, di encamê de rêjeya bêkariyê ya ciwanan di salên zêdetir bike li şûna ku kêm bike."

Li gorî raporê, ciwanên ku temenên wan di navbera 15 û 24 salî de li pêşberiya xeteriya herî mezin in (Li beramberî karkerên temenên wan mezintir e), dibe ji ber pêşketinên teknîkî pêşeyên xwe winda bikin.

Li ser netewdewlet a ku lingê duyemîn ê modernîteyê ye Rêber Abdullah Ocalan dibêje:

" Dewleta netewe jî weke ku gelek carana tê nîşandan forma bingehîn a demokrasî, azadî û mafê mirovan nîne, sîstema înkarkirina van nirxan e. Ji her rengî sosyalîst û Marksîst, di herdu mijaran de herî kêm bi qasî lîberalên bûrjûwayê teorî, bername û rêxistin çêkirine, ji lewra di çeloxwarî nîşandana rastiya civakî de berpirsiyariya wan gelek e…. Lê divê mirov baş fêhm bike ku civaka ji nû ve bi şêwazê dewleta netewe hatiye bisazîkirin, nexin bin dîktatoriyê, ev civak wê li mêtinkariya kapîtalîst venebe. ".

Civaka mirov tevahiya dîroka xwe ya dirêj ti carî sînorên bi şêwazê dewleta netewe nas nekirin. Sînorên bi vî rengî bi xwezaya çandî ya mirov re li hev nakin. Kengî dewleta netewe bi kapîtalîzmê re di zikhev de welat bi civaka di navê de xist bin hegemonya xwe, pirsgirêkê dest pê kir. Çiqasî têgihiştina çand û zimanê homojen tê ferzkirin, bi bilindbûna asta koletiya giştî ya civakê re welat û sînor vediguherin binçavkirin û nezaretxaneyeke mezin.

Çima welatiyê heman tîp? Di xwezaya civakî de têra xwe pirrcure û rewşên têkel hene ango dewlemendiyeke çandî ya xurt heye, wê wextê em çima vê dewlemendiyê veguherînin welatiyên mîna ‘tenekeyên hundirê wan vala’ û deng derdixînin? Eşkere ye ku welatîbûna modernîteyê derbasbûna ji koletiya taybet ber bi koletiya dewletê ve îfade dike. Dewleta netewe şêweyekî desthilatdariyê yê ji rêzê nîne. Ji şêweyekî herî pêşketî yê desthilatdariya dewletê wêdetir, maneyeke xwe ya din heye. Li ser şopa faşîzmê şêwegirtineke dewletê ye ku pêk tê. Kengî desthilatdariya dewletê li ser civakê xwe belav û bi rêxistin kir, mumkîn e ku hegemonya yekdestdariya kapîtalîst li ser ekonomiyê pêk bê. Dewleta netewe bi vê maneyê tê naskirin. Kengî ev şêweyê dewletê ji hundir ve bi beşên civakê yên pelçiqandî û mêtî re, ji derve jî bi hêzên bi wan re di nava hevrikiyê de ne, dikeve şer, faşîzm jî vê qonaxê îfade dike. Tek ziman, tek welat, tek çand, tek al, tek netewe slogana wê ya bingehîn e.

Netewdewlet a ku îdia dike dewleta qanûn e, lê ya rast netewdewlet qanûn derxistine da ku desthilata xwe ya li ser civakê ferz bike û mayîna xwe ya dûrî rastiyê mîsoger bike. Dewletê qanûnên cezakirina "Dizan" derxistine, lê pirsgirêka ku neçarî diziyê hatiye kirin çareser nekiriye. Di encamê de netewdewlet pirsgirêkê çareser nake, berovajî wê sedema mezinkirina pirsgirêkan e.

Ji sêlingên distana modernîteyê lingê sêyemîn, îndustriyalîzm e. Tê maneya îmhakirina jiyana ekolojîk û ev heqîqetek e ku bi temamî derketiye holê. Ne bi tenê eko-hawîrdor, civakîbûn jî bi tenê bi wê dikare hebûna xwe bi dest bixe. Lewra ew vê rastiyê jî tine dike. Civakek e ku her roj hawîrdora xwe ji dest dide, civakek e ku jiyana xwe parçe parçe ji dest dide û bi devê cinawirekî ve ber dide. Civakîbûneke mirov a bi berxwedana mîlyonan salan hatiye avakirin, heye û li hemberî vê dema dirêj demek e ku mirov dikare weke kêlî bi nav bike, di demeke kurt de ev civakîbûna mirov tê tesfiyekirin. Di vê tesfiyekirinê de îndustriyalîzm hevparê vî gunehê kapîtalîzmê û dewleta netewe ye. Di bin navê civaka îndustriyel de îndustriyalîzm bêyî ku şerm bike, girêkeke kansêrê weke civakeke pêşverû pêşkêş dike û ev jî pirr baş diyar dike ku îndustriyalîzm çend bûyereke patolojîk e. Di ti şerî de bi qasî şerê li ser navê civaka îndustriyel (bi destekdana kapîtalîzmê û dewleta netewe) hatiye kirin, kuştinên hov ên civakî nehatine kirin, civakîbûn nehatiye birîndarkirin û mehkûmê nexweşiyê nehatiye kirin.”

Ocalan wiha didomîne:

"Di êrîşa modernîteyê de divê mirov îndustriyalîzmê jî di heman çarçoveyê de binirxîne. Di dema dawî ya herêmê de îndustriyên hatin îxrackirin di krîza hawîrdor û civakê de bi roleke zêdekirinê rabûne. Îndustriyalîzma li şûna ekonomiya pêdiviyên bingehîn pêşî cih daye kara yekdestdariyan, di bin navê pêşdebirina ekonomiyê de ekonomiya têra xwe dike jî hilweşandiye. Jiyana ekonomîk a bi hezarê salane xwedî tewazuneke navxweyeyî ye, ji bo kara mistek emperyalîst û yekdestdarên hevkar, di demeke bi qasî temenê mirovekî de ji aliyê aborî ve hatiye qirkirin. Tevî artêşeke mezin a bêkaran, gundên hatine valakirin, koçberiyên hundir û derve, enflasyon, krîzên ekonomîk, bajarbûnên bêbajar, hawîrdorên ekolojîk ên bi lez hildiweşin, bi tenê hin nîşaneyên vê qirkirinê ne. Mirov hema bi tenê di qirkirinê de rola yekdestdarên sîleh û petrolê li ber çavan bigire, rastî wê hê baştir were fêhmkirin. Herweha li gelemperiya dinyayê guherînên avhewayê, herêma jixwe beşekî wê yê mezin çol e, asta rêjeya çolbûnê digihîne pileya felaketê."

ANHA


Mijarên Din