Her kes li ser Koronavîrusê diaxive..lê modernîteya kapîtalîst?-3

Di nava qeyran û aloziyan de ku sedemên wê pergalên modernîteya kapîtalîzmê ye, girîngiya neteweya demokratîk wekî projeya çareseriyê derdikeve hole.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya " Li Rojhilata Navîn Kirîza Şarestaniya û Çareseriya Modernîteya Demokratîk " destwerdanên di Rojhilata Navîn wekî nexweşê li ser hişê xwe çûye û bi aspirinê (dermanê ser êşê) bê dermankirin bi nav dike û dibêje:

 "Ji şepêlên îslamî heta partiyên komunist ve, ji netewbûnê ber bi lîberalîzmê ve û ji eniyên berxwedanê ve ta hemû cûreyên zextê mîna rêbazên Îsraîlê, bi awayekî têr û tije îsbat bû ku hemû şepêl nedikarîn roleke baş di kêmkirina van pirsgirêkan de bilîzin. Ji vê rastiyê derket ku teşxîskirin û çareserkirin dûrî rewşa hatiye avakirin e. Bi têgehên çêkirî keyanekî çêkirî hate avakirin. Piştre texmîn dike ku dê  bi teşxîskirin û çareserkirinê bixebite.

Tiştên li Rojhilata Navîn bi navê mordernîteyê çêdibin, tenê pêşandanin. Herêm bixwe xwe nasnake û di nava tarîtiyeke kûr û dûrbûna ji dîrokê de dijî. Civak bûye mîna kevrê çimêntoyê. Saziyên siaysî û yên dewletê bûne girêka penceşêrê. Rewşa ku tê jiyîn du qat ji xerabiyên Asûriyan û Moxolan xerabtir in. Lewma Rojhilata Navîn bûye mîna xaçepirseke asê ku hîna nehatiye çareserkirin"

Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha yek kesî ya girava Îmraliyê de gihişt vê yek ku pirsgirêkên ku li cîhanê rû didin sedema wan pergala kapîtalîste. Ocalan teoriya neteweya demokratîk jî wek rêya çareseriya van pirsgirêkan datîne holê.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk " Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de dibêje:

"Teoriya neteweya demokratîk hêmana sereke ya çareserker a modernîteya demokratîk e. Ji bilî teoriya neteweya demokratîk teoriyeke din nîne li dijî teoriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst civaka mirovatiya gerdûnî mîna serjêkeran hûrhûrî kirî, civakê ji nû ve bigihîne hev û di nava azadiyê de li cem hev bigire. Teoriyên din ên civakî li hemberî pirsgirêkên roja me ya îro ji roleke marjînal pêve nikarin bi roleke din rabin û maneyekê îfade bikin. Teoriyên lîberal ên kapîtalîst, li şûna ku nexweşiyên kanserolojîk ên ku kapîtalîzmê li serê mirovatiyê dewamî kirine çareser bike û civakê bigihîne tenduristiya wê. Tenê bi dayîna hinek dermanan temenê nexweşê kansêrî piçekî din dikarin dirêj bikin. Bi tevahî çareseriyên ev teorî pêşniyar dikin, pirsgirêkan mîna çiyan mezin dikin û bi vî awayî temenê modernîteya kapîtalîst hinekî din dirêj dikin."

Rêber Abdullah Ocalan alî û şaxên neteweya demokratîk wiha rêz dike:

1- Di Neteweya Demokratîk De Ferd-Welatiyê Azad û Jiyana Komin a Demokratîk

Ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi qasî azad e, ewqasî jî divê kominal be. Ferdê azad ê sexte yê ferdperestiya kapîtalîst ku li dijî civakê hatiye sorkirin, bi xwe di nava koletiyeke pêşketî de ye. Lê îdeolojiya lîberal îmajeke welê çêdike, mîna ku ferd di civakê de xwedî azadiyên bêserûbinî ye.

2- Di Neteweya Demokratîk De Jiyana Polîtîk û Xweseriya Demokratîk

 Mirov bêyî xwerêvebirinê nikare neteweya demokratîk bifikire. Bi giştî bi tevahî şêweyên neteweyan, bi taybetî jî neteweyên demokratîk hebûnên civakî yên xwedî rêveberiyên xwe ne. Eger civakek ji rêveberiya xwe mehrûm be, ew ji netewebûnê derdikeve. Di rastiyên civakî yên hemdem de mirov nikare neteweyan bêyî rêveberî bifikire. Heta neteweyên mêtingeh jî herçiqasî ji xerîban pêk bê jî rêveberiyeke wan heye.

3- Neteweya Demokratîk û Jiyana Civakî

Ji bo jiyaneke têkûz û durist yek ji şertê sereke ew e, divê civakbûna neteweya demokratîk pêk bê. Civaka dewleta netewe wê qedandî ye, ji nû ve wê bi ser wê ve tîne. Civaka bi tenduristî, ferdê bi tenduristî digihîne. Ferdê digihîje tenduristiya xwe ya zêhnî û derûnî li hemberî nexweşiyên fizîkî jî berxwedana wî bi hêz dibe û nexweşî kêm dibin. Têgihiştina li perwerdeyê ya neteweya demokratîk bi sedema ku armanca xwe civakbûn û ferd-welatiyê azad e, diyalektîka pêşketinê ya ferd bi civakê re û civakê bi ferd re ji nû ve tê danîn. Rola zanistan a mirovan civakî, azad û wekhev dike ji nû ve derdikeve holê. Neteweya demokratîk netewebûyîna civaka der barê hebûna xwe de rast serwextbûyî ye.
4- Di Neteweya Demokratîk De Hevjiyana Azad

Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweyê demokratîk e. Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsiyetparêziyê bihurî têkiliya herî bi hêz e. Bi jinê re di şertên hevjiyana azad de jî divê di bingehê têkiliyan de avakirina civakê û neteweya demokratîk hebe. Em divê mîna di modernîteyê de û di nava sînorên rêûresmê de jinê di rola hevser, dayik, xuşk û evîndarê de nebînin û ji vê bibihurin. Beriya her tiştî divê em têkiliyên mirovan ên bi hêz ku xwe disipêrin avakeriya civakê û yekîtiya maneyê serdest bikin.

5- Neteweya Demokratîk û Xweseriya Ekonomîk

Di navbera dewleta netewe û neteweya demokratîk de bi kêmanî li ser xweseriya ekonomiyê lihevkirin dibe; lihevkirineke di bin vê re yan çareseriyek wê bê maneya teslîmiyetê û maneya ‘tine bibe’. Mirov xweseriya ekonomiyê ber bi serxwebûnê ve bibe, ev tê wê maneyê ku ev ê jî bibe dewleteke din a netewe ku di encamê de ev teslîmbûna modernîteya kapîtalîst e. Destkişandina ji xweseriya ekonomîk jî teslîmbûna dewleta netewe ya serdest e. Di bingehê naveroka xweseriya ekonomîk de ne kapîtalîzma taybet, ne jî kapîtalîzma dewletê heye. Demokrasî wê xwe di ekonomiyê de nîşan bide, lewma ekonomiya komin û îndustriya ekolojîk esas dibîne. Lewma sînorê ji bo îndustrî, pêşdeçûn, teknolojî, kargeh û milkiyetê tê danîn di çarçoveya sînorên civakbûna ekolojîk û demokratîk de ye. Di xweseriya ekonomîk de îndustrî, teknolojî, pêşdeçûn, milkiyet û cihûwarbûna bajar û gundan înkara civaka demokratîk û ekolojiyê bikin cih ji wan re tineye. Mirov nikare ekonomiyê weke qadeke daneheva sermaye û karê li ser pêk bê, bihêle. Xweseriya ekonomîk modelek e ku daneheva sermaye û karê lê herî kêm dibe. Tevî ku bazar, bazirganî, cihêrengiya berheman, reqabet û berhemdariyê red nake, serweriya daneheva sermaye û karê qebûl nake.

6- Avahiya Huqûq a Neteweya Demokratîk

Huqûqê demokratîk ew huqûq e ku xwe disipêre cihêrengiyê. Ji vê jî girîngtir, kêm serî li tenzîmkirina huqûq dide û avahiyeke hêsan e. Dewleta netewe ew sîstema dewletê ye ku tevahiya dîrokê tenzîma huqûqî herî zêde pêşde biriye. Ji ber ku tevlî her tiştê civakê dibe, nexasim hewl dide civaka exlaqî û polîtîk tesfiye bike. Civakên berê bi giranî hewl didan bi rêxistiniyên exlaqî û polîtîk pirsgirêkên xwe çareser bikin. Modernîteya kapîtalîst hewl da xwe bisipêre huqûqê û bi vî awayî xwe rewa bike. Ji ber ku zêde destwerda civakê û ew mêt serî li ew amûra jêre huqûq tê gotin da ku gelekî tevlîhev û dadê şiklî dike. Çawa ku gelek caran tê gotin, huqûq ji ew yekparebûna qanûnên maf û erkên ferd û civakê sererast dikin wêdetir, ew hunerê rêveberiyê ye ku tevahiya dîrokê neheqiyên mezin ên kapîtalîzmê rê li ber wan vekiriye bi têgihiştineke şiklî ya dadê bi hejmareke zêde ya qanûnan rewa kiriye. Li şûna bi pîvanên exlaqî û polîtîk rêve bibe bi qanûnan rêve dibe û ev bêhtir xweserî modernîteya kapîtalîst e

Ji ber vê yekê, neteweya demokratîk li hemberî huqûqê, nexasim li hemberî huqûqa destûrî hestyar e. Neteweya demokratîk ji neteweya huqûqê bêhtir exlaqî û polîtîk e. Kengî bi dewletên netewe re ji bo jiyana li bin banekî li hev hat kirin, hingê pêdivî bi huqûqê çêdibe. Cihêbûna qanûnên neteweyî û qanûnên xwecihî girîng dibin

7- Çanda Neteweya Demokratîk

Şax û aliyê çandî di pêkhatina neteweyan de xusûseke girîng e. Neteweya demokratîk maneya rastî ya dîrok û çandê li wan vedigerîne û bi vî awayî hewl dide xwe pêk bîne. Çand û dîroka hatine berevajîkirin û qirkirin di pêvajoya neteweya demokratîk de mîna ku Ronesansa xwe bibînin.

8- Sîstema Xweparastina Neteweya Demokratîk

Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ne. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tineye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna wî weke xweparastinê şîrove bike. Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkere bi têgînên xweparastinê tê îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew element an perçik berepaş diçe, ji xwebûnê derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.

Heman sîstem ji bo civak û cinsê mirov bi zêdehî di cih de ye. Cureyekî narîn mîna mirov û civaka wî hebûnên li tehlûkeyan vekirî xweparastineke wan a bi hêz nebe nikarin hebûna xwe demeke dirêj li ser piyan bigirin. Li cem cinsê mirov parastin bi qasî ku biyolojîk e, ewqasî jî civakî ye. Parastina biyolojîk li cem her hebûna zindî ji aliyê xerîzeyên parastinê ve tê pêkanîn. Parastina civakî jî bi hevpariyeke tevahiya ferdên komê tê bi cih anîn. Heta li gorî derfetên parastinê hejmara komê û şêweyê rêxistiniya wê timî diguhere. Parastin yek ji fonksiyona bingîn ê komê ye ku dimeşîne. Jiyan bêyî parastinê ti carî nameşe. Çawa ku tê zanîn du fonksiyonên din ên bingehîn xwe xwedîkirin û xwe zêdekirin e. Çawa ku xwe xwedîkirin û xwezêdekirin nebe zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî xweparastinê jî nikarin jiyana xwe dewam bikin.

9- Dîplomasiya Neteweya Demokratîk

Bi rêûresma neteweya demokratîk wê dîplomasî bibe amûrê danûstendineke afirîner û di navbera civakan de bibe amûrê piştgirî û aştiyê, bi awayekî bingehîn wê bi çareserkirina pirsgirêkan re mijûl bibe, bilebike. Ne amûrê şeran, lê amûrê têkiliyên kêrhatî û aştiyê ye. Mîsyoneke nirxê xwe payeberz a polîtîk û exlaqî ya mirovên zanyar pê radibin îfade dike. Nexasim di navbera gelên cîran û komên xizm de ji bo têkiliyên dostane pêk bên, pêvajoyên bi xêrûbêr û kêrhatî pêş bikevin û dewam bikin bi roleke girîng radibe. Ji bo civakbûyînên hevpar, ji bo ku di asta jor de sentezên civakan pêk bên hêza avaker e.

TECRUBEYA RÊVEBEERIYA XWESER A LI SÛRIYÊ

Tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêre neteweya demokratîk, karîbû bandoriya vê teoriyê bike, bi taybet li welatekî mîna Sûriyê ku ev 9 salin di nava aloziyê de ye û hêzên cîhanê û herêmî ji bo berjewendiyên xwe destwerdanê tê de dikin.

Rêveberiya Xweser a ku di 12‘ê Çileya 2014‘an de hate avakirin bêyî ku tu kes destkê jê re pêşkêş bike bi derfetên xwe dikarî herêmê bi rêve bibe. Di vê demê êrîşên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê û ji aliyê "Artêşa Azad" a ku bi ser dewleta Tirk ve ye bênavber li hemberî rêveberiya xweser berdewamkirin. Lê xeterî tenê bi vê ve jî sînordar nebûn. Dema ku van grubên çete bi alîkariya dewleta tirk êrîş pêk dianîn de hikûmeta Sûriyê jî bi domdarî hewl dide fitneya mezhebî li herêmê biafirîne.

Bi derketina Koronavîrusê re rexmî paşguhkirina civaka navdewletî, rêveberiyê bi derfetên heyî û hêza xwe dikarî bi vê krîzê re tekoşîn bike.

Ji pêngavên dezenfektekirina sazî û kolanan bigire heya vekirina navendên "Karantinayê", ferzkirina qedexeya derketina derve li seranserî herêmên Rêveberiya Xweser ve pêşî li belavbûna vîrusê hemû tedbîr girtin.. Li aliyekî din jî gel bi wê asta têgihiştina exlaqî û siyasî û zanebûn nêzî bû.

ANHA


Mijarên Din