Herêma "ewle" ji bo qikirina etnîkên mayî ye

Gefxwarinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mekanîzmeya berdewama qirkirina etnîkên din ên li herêmê ye. Armanca gefan êrîşên li ser demokratîkbûyînê ye. Taybet li hemberî pêkhateyên Sûriyê ne. Dixwazin dîsa li ser pêkhateyan komkujî, koçberkirin pêkbînin û demografiya herêmê biguherin.

Her çendî bahane û sedemên cûda bin jî hewldanên partiya serwer a li Tirkiyê AKP‘ê û partiyên nijadperest ên pê re, girêdayî bernameyên wê çi li pêşberî raya giştî ya Tirkiyê be û çi jî li derve be eşkere ne.

Armanca AKP û partiyên hevalbendên wê ya sereke ew e ku Mîsaka Millî bi çi rêbazî be li Sûriyê û Iraqê zindî bikin. AKP û hevalên wê di vê pêvajoya şoreşê de  ji bo pêkanîna vê armancê gelek hewldan kirin. Lê hemû hewldanên wan ên bi rêya Îxwan El- Muslimîn, rêxistinên siyasî û leşkerî bibin ketin. Dîsa jî Cebhet El-Nusra û DAIŞ wekî alavekî ji bo pêkanîna vê yekê bi kar anîn.

Erdogan û partiya wî vê yekê wekî hincetekî ji bo dagirkirina Heleb heta Kerkûk û Mûsilê bi kar tîne. Ev yek di bernameya wê ya siyasî ya sala 2002‘an de jî heye.

Dewleta Tirk a ku di serdama xwînmij de herêmên Kurd, Ermen, Suryan, Ereb, Bulgar, Yûnanistan û Laz bi komkujî û koçberkirinê  dagir kiribûn, niha dixwaze berdewama van komkojiyan li Sûriyê temam bike.

Tirkiye hewldide bi darê zorê nasnameya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmha bike.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma dergûşa şarestaniya gelên qedîm ên resen e. Ji ber ku xwedî mîraseya yekbûyî ya civakî, çandî û şaristanî ye ku vedigere hezarên salan. Li gel wê jî bi rêya xwe ya barizganiyê, ax, av û deverên xwe yên dîrokî dewlemend e.

Bi destpêka şoreşa Sûriyê re dewleta Tirkiyê dest di karûbarên şoreşê werdida. Da ku xeta şoreşê xwar bike û li gorî berjewendiyên xwe yên Osmanî bide tevgerkirin. Li gel wî jî komkujî, sûcên dermirovî li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe  de 11 pêkhateyan hembêz dike, (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr, Tirkmen, Çerkez, Elewî, Dirûz, Êzidî û Kildan) û gelek mezhebên olî ji musliman, xiristiyan û êzîdiyan hene.

Bûyerên bixwîn ên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî pêkhateyên Bakurê Sûriyê

Roja 22‘ê Adara 2014‘an dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên Cebhet El-Nura, Ensar El-Îsalm û çeteyên Qefqaz ên bi serkêşiya Ebû Mûsa El-Şîşanî û Ebû Muslim El-Şîşanî û desteka îstîxbarat, hêza asîmanî û çekên herî giran bi navê "Şerê Engalê" êrîşî bajarê Kesebê yê li perava xeta sînor kirin. Di encamê de derdora 900 malbatên Ermen hatin koçberkirin, çeteyan 200 malbatên nedikarîn birevin wekî rehîn girtin. Her wiha ziyanên madî gihandin milkan û dêran.

Piştî vê bûyerê Desteya Niştimanî ya Ermen a Cîhanî daxuyaniyek da raya giştî û banga parastina wan ji destwerdanên Tirkiyê kir.

Ji 2012 heta 2015‘an, 15 hezar kesên Xiristiyan ji Idlibê di encamên sûc û binpêkirinên çeteyên DAIŞ, El-Nusra, Cund El-Eqsa û Partiya Tuksistan a Îslamî bi desteka eşkere ya Tirkiyê der bi der bûn. Her wiha 33 dêr û mezargehên olî hatin xirabkirin û veguherandin embarên pêwîstiyên xwe.

Di dîroka 10‘ê Hezîrana 2015‘an çeteyên Cebhet El-Nusra bi desteka Tirkiyê komkujiyek hovane li ser Dirziyan li gundê Qelib El-Loz ê Çiyayê Simaq pêk anîn. Zêdeyî 40 welatiyên Dirzî ku di nav de oldar jî hebûn qetil kirin. Hin serjêkirin û hin bi guleyan li ber malên wan û kolanên gund qetilkirin. Ji serkêşên vê komkujiyê çete Ebdullah El-Tûnisî hebû ê ku fermana kişandina zarên Dirzî ji bo perwerdeyên leşkerî û olî yên girtî, da.

Ji sûcên herî hovane ku dewleta Tirk a dagirker pêk anî û li dijî qanûnên navdewletî ne, ew ku muhacirên Îgor ên ji Çîna anîn û derbasî herêmên dirziyan ên li Idlibê kirin. Da ku demografiya herêmê li gorî planên xwe biguhere.

Li aliyekî din jî di salên di navbera 2012 û 2013‘an de 50 hezar Şîî ji parêzgeha Idlibê qewitandin û yên di parêzgehê de jî man li bajarokên Fûa û Kefreyayê dorpêç kirin. Piştre jî bi rejîma Sûriyê, Îranê û bi navbeykariya Rûsyayê peymana wergirtin û radestkirinê çêkir. Li gorî peymanê Tirkiyê çeteyên xwe yên li Madeya û Zebedanî asê mane werbigire û bajarokên Fûa û Kefreyayê yên Idlibê ji eweliyan vala bike.

Di çarçoveya xebatên derxistin û valakirinê de di 15‘ê Nîsana 2017‘an de çeteyan muhacirên elewî li herêma Raşidîn bi erebeyeke bombebarkirî kirin hedef. Di encamê de zêdeyî 130 sivîl bûn qurbanî û 150 jî ku piraniya wan jin û zarok bûn, birîndar bûn.

Sûcên li Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bermahiyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û çeteyên ji komên din yên li Idlibê û sînorê Tirkiyê li Efrînê  komkujî li ser êzidî, elewî û xiristiyanan pêk anîn. Bi  hezaran koçber kirin.

Her wiha 15 pîrozgehên êzidî wêran kirin, li 22 gundan malên li derdora bajêr veguherandin navendên perwerdeyên ol, an cihên ji bo kuştina rehînên Efrînê. Bi sedema van sûcan 25 hezar êzidî ji Efrînê reviyan.

Li aliyekî din jî xaçên xiristiyan şikandin û zengilên li dêran xirab kirin. 250 malbatên xiristiyan ji Efrînê derxistin, mal û milkên wan li xwe parve kirin.

Hejmara elewiyên li Efrînê ku 15 hezar kes bûn û li navçeya Mabata û gundên derdora wê dijiyan ji ber êrîşên hawayî koçber bûn. 9 mezar û pîrozgehên wan hatin wêrankirin.

Ji destpêka êrîş û dagirkirina Tirkiyê ve elewî, êzidî, xiristiyan û dirzî li Idlib, Ezaz, Cerablus û Efrînê de neman. Bi vê yekê re siyaseta guhertina demografîk dest pê dike. Dewleta Tirk malbatên ji Qafqas û Asya her wiha malbatên çeteyan li şûna niştecihên resen bi cih kirin.

Di Tîrmeha 2013‘an de dema çeteyên El-Nusra û DAIŞ‘ê agirbest binpê kirin, êrîşî Girê Spî kirin, sivîl revandin, kuştin û milkên wan talan kirin. Bi taybet li taxên ku niştecihên wê Kurd bû ev kiriyar hatin kirin. Ereb, Ermen, Kurd û Tirkmen avakirina îmareteke îslamî li herêmê red dikirin. Di vê êrîşê de zêdeyî 1000 şêniyên Kurd hatin revandin û yên man jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Ji beriya bên koçberkirin, mal û dêrên herî kevnar hatin teqandin an jî veguherandin bargehên fermandariyê û perwerdeyê olî.

Li Serêkaniyê

Hîna jî şopên êrîşên Tirkiyê û çeteyên Cebhet El-Nusra li ser bajarê Girê Spî xuya ne. Li gel wî jî bi dehan belgeyên girêdayî planên êrîşê, desteka Tirkiyê û çeteyan re hatin bidestxistin. Çeteyên El-Nusra bi hevkariya artêşa Tirk a dagirker sûcên şer li ser herêmê ya şaristanî û çanda herî qedîm di cîhanê de dihewîne, pêk anîn.

Beriya şoreşê hejmara Suryan û Ermenan di Serêkaniyê de 150 malbat bûn û 3 dêrên wan ên biçûk hebûn. Di êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Xureba El-Şam de hatin koçberkirin, dêr hatin wêrankirin, talankirin û kesên mayî jî hatin revandin.

Êzidiyên li vê herêmê jî li 15 gundan belav bibûn. Hem ji ber artêşa Tirk a dagirker û hem jî ji ber çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam azar kişandin. Piraniya gundên wan hatin şewitandin, hejmarek li gundê Esediyê Çava û taxa Zeredeşt bi tewana "Kafir" hatin darvekirin.

Li Til Temirê 35 gundên Asûriyan şewitandin

Çeteyên DAIŞ‘ê 23‘ê Sibata 2015‘an êrîşî herêma Xabûr a gundewarên navçeya Til Temirê kirin. Ji van gundan 35 ên  Asûriyan bûn.  220 Asurî revandin û ew birin herêma Şedadê û Reqayê. Her wiha gund û dêrên wan şewitandin.

Tirbespiyê

Bajarê Tirbespiyê bi pirrengiya olî û etnîkî tê nasîn. Lê herî zêde Suryan û Êzidî lê hene.  Piraniya gundên Suryan û Êzidî yên li ser xeta sînor  ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker hatin valakirin.

Li herêma Cerhayê ya bakurê Tirbespiyê  ya li beramberî sînor zêdeyî 20 gundên xiristiyan û Êzidî hene. Şênî neçar dimînin ku bi şevê di rêyên ne sereke de biçin gundên xwe ji tirsa ku artêşa Tirk wan bikin hedef.

Di salên dawî de li gundên Til Cîhan gelek binpêkirinên hatin kirin, ya herî dawî di 6’ê Mijdara 2016‘an de bû ku sivîl, mal û dêran bi gule û hwanan  kirin hedef. Di encamê de ziyanek mezin gihişt dêra gund. Li aliyek din jî şênî êdî ji tirsa ku bêne hedefkirin nikarin biçin nava zeviyên xwe yên nêzî sînor.

Li herêma Dêrikê jî gundên Suryan, Asur, Kildan û Kurd her tim di nava xeteriyê de ne. Ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker Welatî nikarin biçin nava zeviyên xwe yên li rex çemê Dicleyê.

Encam

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hemû etnîkên di Sûriyê de heyî hembêz dike, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê tehîdkirin. Lê şênî li hemberî van tehdîd û gefxwarinan li ber xwe dide.

Dîsa jî ev herêm ya tekane ye ku destkeftiyên gelan û hevgirtina parastin û ji şerê navxweyî dûr ket û derbasbûna dagairkeriyê red dike. Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî sîstemeke demokratîk a ku hemû mezheb, çand û etnîk, heger êrîş li ser wê were kirin dê felaketeke mirovî bi xwe re derxîne ku civaka navdewetî û Koalîsyona Navdewletî jê berpirsyar e.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din