‘Herêma “ewle” projeyeke berfirehkirina axa Tirkiyê ye’

Endamê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêma Firatê Kedîm Îbrahîm anî ziman ku projeya herêma “ewle” ku Tirkiye pêşniyar dike lîstokek siyasî ye û wiha got: “Ev herêm di çarçvoyea planeke berfirehkirina xaka Tirkiyê ye li ser xaka Sûriyê.”

Hikumeta AKP‘ê bi serkêşiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, bi armanca têkbirîna projeya Rêveberiya Xweser a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hinceta “parastina ewlehiya” Tirkiyê pêşniyara avakirina herêma “ewle” dike.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşniyara Tirkiyê ya avakirina herêma “ewle” red dikin. Nemaze ku Tirkiyê gelek deverên li Bakurê Sûriyê mîna Ezaz, Bab, Cerablus û Efrîn dagir kirine û kiryarên kuştin, talankirin, revandin, asîmîlekirin û guhertina demografiyê li wan herêman, pêk tîne.

Girêdayî vê mijarê endamê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêma Firatê Kedîm Îbrahîm ji ANHA‘yê re axivî.

‘Herêma “ewle” projeyek bi armanca berfirehbûnê ye‘

Kedîm Îbarhîm got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne, di aliyê xizmetguzariyê de di her qadan de bi şans e û bi saya rêveberiya heyî ya aktîv şênî di nava aştiyê de dijîn.”

Îbrahîm bal kişand ku herêma “ewle” hincetek e ku Erdogan li ser dilîze û wiha got: "Erdogan her dema ditengiyê de an jî dema lîreya Tirkî dadikeve, vê hincetê bi kar tîne. Em Partiya Pêşerojê ya Sûriyê me planên Tirkiyê yên  berfirehbûnê ber bi erdên dewletên cîran ve dîtin."

‘Ne mafê Tirkiyê ye ku destwerdana rewşa Sûriyê bike‘

Kedîm Îbrahîm îşaret bi destwerdana Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de kir û got: “Bi gotinekê ne mafê Tirkiyê ye ku destwerdana karûbarên hundirîn ên Sûriyê bike. Tirkiyê toror ji tevahî cîhanê anî, rê ji wan re vekir û derbasî herêmê kirin. Terorîstên di şerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de birîndar dibûn li nexweşxaneyên Tirkiyê tedawî dibûn û dîsa vedigeriyan şer. Ji ber vê yekê herêma “ewle” divê di bin çavdêriya navdewletî û rêvebirina Koalîsyona Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî de be."

‘Hikûmeta Sûriyê ji destwerdanên Tirkiyê re çavê xwe girtiye ‘

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de daxuyakirin ku hikûmeta Sûriyê çavê xwe ji derbasbûna Tirkiyê ya li Sûriyê girtiye û wiha domand: "Mixabin me ti helwestên xurt anî jî hişyarkirin an jî biyar ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve nedîtiye. Dibe ku hin helwestên şermok hebin. Tirkiyê heta niha ji sedî 10’ê xaka Sûriyê dagir kiriye, lê me ti tevgerên parastina xaka Sûriyê ji hêla hikûmetê ve nedîtiye."

‘Parastina sînor karê me ye‘

Îbrahîm têkildarî hincetên Tirkiyê yên “herêma Bakurê Sûriyê ji ewlehiya Tirkiyê re xeteriye” ev tişt anî ziman: "Em Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dixwazin têkiliyên baş bi dewletên cîranê re di nav de Tirkiyê re ava bikin. Lê bi şertê ku ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê be. Em ji Tirkiyê bêtir li ser ewlehiya sînorê xwe bi tirs in û ewlehiya sînorê bi dewletên cîranê re diparêzin. Parastina sînor û gelê me karê me ye, em şer naxwazin."

‘Tirkiye fitneyê belav dike‘

Kedîm Îbrahîm di berdewama axaftina de destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya istîxbarat û ajanên xwe yên li herêmê fitneyan di navbera pêkhateyan de belav dike. Îbrahîm got: “Tirkiye hewl dide şerekî navxweyî bi afirîne da ku projeya Netewa Demokratîk têk bibe. Tirkiyê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heman demê de li  gelemperiya Sûriyê roleke mezin di xirabiyê de dilîze. Parastina welatê me mafê me ye, ji vir heta Şamê em welatê xwe yê dayikê Sûriyê biparêzin. Şam paytexta me ye û em ê parastina wê bikin."

Kedîm Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li ser vî esasî divê em baldartir bin û rastiya Tirkiyê û îdiayên wê baş nas bikin. Herêmên xwe biparêzin. Hemû idiayên Tirkiyê lîstokek ewlehî, istîxbaratî û siyasî ye. Bila cîhan baş bizane ku serdema împratoriyan û Osmaniyan qediya."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din