‘Herêma ewle teşeyek nû ya mêtîngeriyê ye‘

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Efrînê Mihemed Reşîd got, şerê li Idlibê dê ber bi aliyekî nû ve dûrî li hevkirina Soçî û Astanayê ve biçe. Reşîd destnîşan kir ku şerê li Idlibê nabe nuqteya bi dawîbûna aloziya Sûriyê ye.

Girêdayî geşedan siyasî û leşkerî li Idlibê, nakokiya Rûsya û Tirkiyê û encamên avakirina herêma ewle endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê herêma Efrînê Mihemed Reşîd ji ajansa me re axivî.

Mihemed Reşîd di destpêka hevdîtinê de behsa geşedanên li Idlibê rû didin kir û got, şerên li Idlibê dê ber bi aliyekî nû ve biçe û ne li gorî dûrî lihevkirinên Soçî û Astanayê be. Reşîd destnîşan kir ku di rojên bê de dê gelek bûyerên drametîk bi lez rû bidin û dê xuya bikin ku divê hindek alî ji qada Sûriyê werin derxistin, nexasim piştî ku taybetmendiyên lihevkirina di navbera Rûsya, DYA û Îsraîlê de derketin. Li gorî Reşîd ev lihevkirin dê lîstokvanên di rêza duyem de tune bike bi taybet aliyên ku desteka tevgerên tundrew li Bakurê Sûriyê dikin.

Şerê Idlibê aloziya Sûriyê bi dawî nake

Reşîd destnîşan kir ku şerê li qada Idlibê rû dide dibe ku li herêmên din berfireh bibe, aloziya Sûriyê bi dawî nake. Ji ber ku gelek mijar bê çarserî û girêk mane û hîna li ser wan axaftin nehatiye kirin.

Reşîd di nav gotinên xwe de got li herêmên Cerablus, Ezaz û Efrîn komên mezin ji tevgerên selefî û tekfîrî hene û banga şerê dewleta Sûriyê yan jî hêzên demokratîk dikin. Ji ber wê Idlib nabe ya dawî lê belê dê derî li ser mijarên din vebike.

Reşîd behsa helwestên hêzên cîhanî ji bûyeran kir bi taybet bêdengiya wê li hember binpêkirinên Tirkiyê û got: "Dewletên ku mudexeleya Idlibê dikin bi xwe zêdegaviyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî paşguh dikin. Mînak hêzên cîhanî li hember binpêkirinên li Efrînê rû didin ji guhertina demografiya wê û asîmlasyonê bêdeng man. Ev rastiyek e, divê mirov li ser bisekine û bala cîhanê bikşîne van helwestên cûda yên pêkenok; ma dibe ji bo hindek herêman banga mirovahiyê dikin û li herêmên din jî wê derbas dikin?  Li gorî hindek serjimariyan di hinek gundên Efrînê de ku hejmara şêniyên wê 300 malbat derbas dikirin niha tenê 50 malbat tê de ne û yên din jî kesên ku ji El-Xûta û Idlibê hatine ne. Ev rastiyek e divê di ber çavan re were derbaskirin. "

Daxwaza Tirkiyê ya avakirina herêma ewle tê wateya mêtîngeriyek nû

Girêdayî daxwaza Tirkiyê di avakirina herêma ewle de li ser dirêjahiya sînorên  bakurê Sûriyê Reşîd got: "Dirêjahiya herêma ewle ku Tirkiyê hewl dide li bakurê Sûriyê ava bike zêdetirî 900 km. Ev teşeyek nû ji dagirkeriyê ye da ku hişmendiya Osmanî ya kevin ji bo vegerandina serfiraziyên imperetoriya Osmanî bide rûniştandin e. Bi vê yekê rê li pêşiya mêtîngeriyek nû û çêkirî vedike da ku gelên herêmê û tevahiya pêkhateyên wê zaîf bixe û rezîl bike. Lê pêkhateyên herêmê xwedî nêrînek siyasî ne. Ew banga cîrantiya baş û danûstandinê li ser binegah biratiyê dikin. Ji ber wê her herêmek bê çavdêriya navdewletî dê bin bikeve. "

Krîza Tirkiyê ya hundirîn bandor li siyasetên wê yên derve dike

Reşîd destnîşan kir ku krîza aborî ya Tirkiyê bandorê li siyasetên wê yên derve dike û wiha domand: "Pirî caran  eger dewletek di aliyê aborî de bişkê, divê li hesabên xwe vegere. Bi taybet li gel cezayên ku dê li ser wê werin ferzkirin û rêyên bazirganiyê werin girtin. Tirkiyê li pêşberî aloziyek aborî xeniqî ye ku dibe bibe sedema şoreşek hundirîn."

Divê hemû pêkhate di destûra Sûriyê de beşdar bin

Di dawiyê de endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Efrînê Mihemed Reşîd teqez kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bernameyek diyar û eşkere di avakirina dewletek ne navendî û pirrengî de daniye, pêwîste nêrîna yekemîn di tevahiya deteyên destûra Sûriyê ya nû de ya hemû alî û pêkhateyên Sûriyê be. Reşîd got, divê çareserî Sûrî be, ji bilî aliyên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de heye nabe aliyekî ji diyalogê were dûrxistin.

 (şx) 

ANHA


Mijarên Din