‘Herêma “ewle” ya di bin çavdêriya Tirkiyê de wêranbûna herêmê ye’

Siyasetmedar Umer Cafer hebûna rola Tirkiyê di herêma “ewle” de red kir û got: “Herêma “ewle” li Idlibê bû sedema wêranbûna herêmê.  Eger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî herêma “ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de were avakirin, dê heman tişt li vê herêmê jî rû bidin.”

Hizira avakirina herêma “ewle” ya di bin wisayeta Tirkiyê de rastî nerazîbûnên gelêrî û siyasî tê. Hemû nêrîn dibêjin ku Tirkiyê bi rêya herêma “ewle” dagirkirina Bakurê Sûriyê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser armanc dike.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Umer Cafer ji ajansa me re axivî û tekez kir ku daxuyaniyên Tirkiyê girêdayî parastina sînorên xwe ji rastiyê dûr in.

Cafer wiha got: "Armanca Tirkiyê ji avakirina herêma “ewle” tunekirina Kurdan e. Wek hincet jî parastina sînorên xwe dide nîşan. Tirkiye Rêveberiya Xweser a herêmî li ser xwe xeter dibîne. Ji ber wê hewl dide tevahiya rêbazan rêveberiyê û pêkhateyên herêmê tune bike. Jêdera metirsiyên Tirkiyê ew e ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê jî weke tecrubeya Rojava ya serkeftî banga mafê xwe bike.”

‘Herêma “ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de ji bo pêkhateyên herêmê xeter e’

Umer Cafer îdiayên Tirkiyê ku dibêje sînorên wê rastî xeteriyê tên red kir û got: “Tirkiye bi xwe li ser gelên herêmê xeter e. Sînorên Tirkiyê ewle ne. Ew bi xwe li ser me û herêmê xeter e, ne ku mîna rayedarên Tirk îdia dikin. Gelê Kurd li ser gelên herêmê ne xeter in û daxuyaniyên Tirkiyê ji bo parastina sînorên xwe ji rastiyê dûr in. Ji ber ku dagirkeriya Tirk û bi rêya daxuyaniyên Erdogan girêdayî dagirkirina herêmê û topbarankirina wê bi awayekî eşkere zelal in û armac jê tunekirina gelê Kurd e."

Cafer wiha domand: "Rûsya û DYA`yê baş dizanin ku armanca Tirkiyê ji herêma “ewle” ew e ku herêmên Kurdan dagir bike û gelê Kurd tune bike. Rola Tirkiyê li ser qada navdewletî û herêmî sînordar bûye û hebûna Tirkiyê û dagirkirina herêmên Sûriyê demkî ye. Dê di bin zexta navdewletî de jê derkeve."

‘Plan û armanca Tirkiyê ji herêma “ewle”, tunekirina destkeftî û mafên gelê Kurd e’

Di berdewama hevdîtinê de Cafer got: "Tirkiyê ji plana li Idlibê û lihevkirina wê bi Rûsyayê re armanc dike ku me wek komên terorîst tundrew û girêdayî terora cîhanî ye ji raya giştî re xuya bike. Tevî ku tê zanîn ku gelê Kurd bi saya ciwanên xwe terora ku li ser cîhan û mirovahiyê xeter bû, têk bir.”

Cafer destnîşan kir ku Tirkiyê bi hinceta parastina ewlehiya sînorên xwe mîna ku di dazgehên çapameniyê yên xwe de radighîne, hewl dide herêma “ewle” ava bike. Cafer got: “Lê di rastiyê de ew bi wê planê tunekirina destkeftiyên gel û mafên wî armanc dike. Ji ber wê nabe Tirkiyê rolek di herêma “ewle” de bilîze ji ber ku dê rola wê ji bo tevliheviyê be û ne ji bo parastinê be."

Cafer diyar kir ku Rûsya, Amerîka û dewletên Ewropayê ketine ferqa armanca Tirkiyê ji herêma “ewle” û gotinên xwe wiha domand: “Ji ber wê divê derfeta zêrîn ku bi saya ciwanên gelê herêmê hatiye bidestxistin baş were bi karanîn û destkeftiyên herêmê werin parastin. Herêma “ewle” li Idlibê bû sedema wêranbûna herêmê bi rêya desteka komên çeteyan. Eger herêma “ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de hate avakirin, dê heman tişt li herêmên me jî rû bidin."

Di dawiya hevdîtinê de Cafer bang li gelê Kurd û partiyên Kurd kir ku nêzî hev bibin û wiha got: “Yekrêziya refa Kurd ava bikin, nakokiyên partiyetî tune bikin û vê derfeta dîrokî baş bi kar bînin. Her wiha komîteyek hevkar û lêvegerk Kurdî-Kurdistanî ava bikin û dengê gelê Kurd bighînin qadên navdewletî.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din