‘Herêma ku tê de Tirkiye hebe dê vegere herêma terorîstan’

Siyasetmedarên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê diyar kir ku herêma ewle ya di bin çavdêriya Tirkiyê de, dê bibe cihê kiryarên terorîstane.

Gelek guhertin di nexşerêya leşkerî de li ser qada Sûriyê û lihevkirinên nû rû didin. Mîna êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyê li dijî bakurê rojavayê Sûriyê. Niha jî hewl dide “herêma ewle” ya ku mînaka wê li Idlibê diyar dibe, ava bike.

Girêdayî bûyerên ku li Idlibê rû didin û encamên herêma ewle, ajansa me hevpeyvîn bi siyasetmedarên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê re çêkir.

Endamê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Elî Fadil Selema behsa civînên navdewletî yên girêdayî çareseriya aloziya Sûriyê li dar ketine kir û bazarên dewletan li ser Idlibê kir. Selema got: “Idlib ji Astana 1 heya 12’an ket bazara dewletan. Nakokiyên dewletên mîsogerkarên (garantor) Sûriyê piştî ku berjewendiyên wan eşkere bûn derketin. Ji wir peymana S-400’an a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dest pê kir."

Selema îşaret pê kir ku piştî Astanayê rêjîma Sûriyê dest bi êrîş û hemleya xwe ya li dijî Idlibê kir û gelek gund xistin bin serweriya xwe. Selema wiha dirêjî da gotinên xwe: “Her wiha hindek gund jî li gorî plana Rûsya û Tirkiyê radestî rejîmê hatin kirin. Piştre pîvana hêzan di êrîşên li dijî gundên gundewarên bakurê Helebê de hate guhertin. Bi rêya êrîş û êrîşên dijber di navbera her du aliyan de rejîm û komên çeteyan diyar dibe ku nakokiyek di navbera dewletên mîsogerkar de heye heta ku bandor li bûyerên ku rû didin dike.”

‘Komkirina çeteyan û derxistina wan ji dewletên din re dixwaze projeya Îxwanê pêk bîne’

Li gorî Selema dagirkeriya Tirk bi şandina çeteyên ku li bakurê rojavayê Sûriyê kom kirine ji dewletên din re mîna Lîbya û dewletên Ewropayê re gefan dixwe da ku projeyên xwe yên Îxwanî pêk bîne.

Selema girêdayî nakokiya Rûsya-Tirkiyê li herêmê wiha got: "Tirkiye û Rûsya di navbera hêzên nakok de li ser qada Sûriyê du lîstokvanên sereke ne. Hemû tiştên ku li ser maseya diyalogê rû didin bi kêf û daxwaza wan e, da ku çareseriyan li gorî berjewendiyên xwe ferz bikin. Ji ber wê nakokiyên wan bandor li rûdanên aloziyê dike.”

‘Herêma ewle tenê ji bo çeteyên Tirkiyê ewle ye’

Têkildarî hewldanên Tirkiyê ji bo avakirina “herêma ewle” li Bakurê Sûriyê Elî Fadil Selema got: "Em dikarin bi herêma emnî bi nav bikin. Ew ji çeteyên Tirkiyê re dê bibe herêmeke ewle da ku hundirê xwe û komên terorîst biparêze."

Di dawiyê de Selema tekez kir ku bi hebûna sêaliyên peymanan re çareserî ne pêkan e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e. Li gorî ku berjewendiyên neteweyî yên gelê Sûriyê biparêze.”

‘Erdogan di navbera Rûsya û Amerîkayê de winda bûye’

Ji aliyê xwe ve cîgirê seroka Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Israa Ibrahîm got: "Rewşa Idlibê niha eşkere bûye. Di heman dema ku Tirkiyê û Rûsya rawestandina şer ragihand, balafirên Rûsyayê êrîşên xwe didomînin. Rejîma Sûriyê tu girîngî nedaye lihevkirinê ji ber ku baş dizane ku Rûsya dê topbaranê bidomîne da ku zextê li çeteyan bike ji bo ku êrîşî rejîmê nekin. Ji aliyekî din ve Tirkiye jî ruxmî ku rawestandina şer ragihandiye lê desteka çeteyan bi çekên li dijî balafiran didomîne. Ew jî dihêle nakokiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de berdewam be."

Israa destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li pêşberî cîhanê weke ku şerê terorê dike xwe dide nîşan û gotinên xwe wiha domand: “Gelo kî li Sûriyê, Iraq, Libya û dewletên din  desteka çeteyên El-Nusra û DAIŞ`ê dike û wan perwerde dike?”

Girêdayî peymanên çekan ên di navbera Rûsya û Tirkiyê, Tirkiye û Amerîkayê de Israa got: "Ev lihevkirin bû sedema nakokiyê di navbera dewletan de. Zext li Tirkiyê hate kirin ku dê kîjan çekê bikire. Erdogan di navbera her du hevalbendan Rûsya û Amerîkayê de winda bûye û naxwaze berjewendiyên xwe bi her du aliyan re winda bike."

Israa destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê hewl dide temenê aloziyê dirêj bike û desteka çeteyên li Idlibê bike da ku hebûn û berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêze.

Di dawiyê de Israa Ibrahîm îşaret bi “herêma ewle” kir û got: "Herêma ewle dê dûrî Tirkiyê ewle be. Bi hebûna Tirkiyê re dê temenê aloziya Sûriyê dirêj bibe."

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din