Herêma pîşeyî ya Helebê ji nav wêraniyê derdikeve

Bazirgan û xwediyên werşe û kargehên herêma Şiqeyêf a sînayî ya Helebê hewl didin xebata pîşesaziyê bi pêş bixin û pirsgirêkên ku bandoreke neyînî li aboriya Helebê kiribû, derbas bikin.

Herêma Şiqeyêf a Sînayî dikeve bakurê rojavayê bajarê Helebê û li aliyê wê yê bakur taxa Şêxmeqsûd heye. Ev herêm wek rehê pîşesaziya (endustrî) li Sûriyê tê naskirin.

Herêma Şiqeyêf ji salên 1980’yî ve wek sûka pîşesaziyê dihat naskirin, ku zêdetirî hezar dikan û gelek kargehên wekî yên çêkirina alavan û parçeyên guhartinê, parçeyên erebeyan, kargeha nifîn, bilo û tevnan lê hebû. Hin kargehên vê herêmê li ser asta Rojhilata Navîn navdar in mîna; Harşo, Amînas û El-Sîbax, yên berhem li sûkên herêmî û dewletên cîran belav dikirin.

Herêma Şiqeyêf di dema şer de

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re herêma Şiqeyêf êdî bû spartgeha hejmareke mezin a bazirganên ji deverên din ên Sûriyê ku şer lê rû dida mîna ‘Herêma Pîşeyî ya Şêx Necar’. Bazirganên ji derveyî malên xwe anîna herêma Şiqeyêf û depo û werşeyên di navbera xwe de parvekirin da ku tiştên xwe yên ku bi milyonan dolaran in, biparêzin.

Di sala 2013’an de piştî êrîşa çeteyên artêşa dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Şiqeyêf, kargeh hatin dizîn, di encamê de ziyanên mezin gihîştin herêmê. Di wê demê de çeteyan alavên kargehên ku talan kiribûn, derbasî Tirkiyê kiribûn û bi buhayê erzan difirotin.

Aborî dîsa geş bû

Piştî vegera ewlehiyê li herêma Şiqeyêf di nîvê sala 2017’an de û şikandina çembera li ser herêmê bazirganan lez dan xebatên vekirina kargehan.

Bi armanca bi rêxistinkirina herême Komîteya Pîşesazana herêma Şiqeyêfê ku ji 3 endaman pêk tê di Gulana 2017‘an de hat avakirin. Komîteyê ji rêxistinkirina rewşê lez da xebatê. Di vê çarçoveyê de bi bazirgan û xwediyên kargehan re têkilî çêkir û dikar di demeke kin de gelek bazirganan û xwediyên kargehan vegerînin herêmê.

Bi vgera hezaran şêniyan re an ku di 17‘mehên dawî de bi sedan kargehên parçeyên guhartin û berdêlkirinê hatin vekirin ku dikarî pêwistiya bajarê Helebê bi cih bîne û yên zêde derbasî parêzgehên din ên Sûriyê bike. Her wiha derfetên kar ji hezaran kesî re peyda kir.

Ji kargehên hatin vekirin; kargeheke bilokan,  4 sîramîk, 6 betarî û 5 kargehên boyax û rêşkirina cilan. Her wiha kargeheke sereke ya hesin heye ku pêwîstiyên hemû kargehan bi cih tîne û wan sererast dike.

Li aliyekî din jî Komîteya Pîşesazan a Herêma Şiqeyêf bi hevkariya Şaredariya Gel a Helebê xebata vekirina rêyan, paqijkirina kolan û rakirina kavilên li ser rê belav bûne, dike.

Li herêma Şiqeyêf amadekariyên vekirina gelek werşe û depoyên guhartina parçeyên erebeyan tên kirin.

Rêveberê Komîteya Pîşesazan a Herêma Şiqeyêfê Mahir Mehmeûd di vî warî de got: "Zîndîbûna herêmê piştî wêrankirin û xirabkirinê, vedigere."

Mahir Mehmûd wiha lê zêde kir: "Komîteyê pêşwaziya bazirganan kir, bi wan re bû alîkar da ku dikan û kargehên xwe li gorî belge û şahidan vekirin. Li gel wî jî rêyên herêmê vedike û ji bermanên şer paqij dike û xebatên avakirin û sererastkirinê bi rêve dibe.

Li dawiyê Mehmûd tekez kir ku projeya dabînkirina elektrîkê ya herêma Şiqeyêf di lêkolînê de ye da ku barê xwediyên kargehan ku pişta xwe didin jeneratoran sivik bibe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din