Herêma Şarbajêr a Silêmaniyê hate bombebarankirin

Balafirên keşfê ku tê îdiakirin yên artêşa dewleta Tirk in, herêma Şarbajêr ya Silêmaniyê bombebaran kir.

Balafirên keşfê herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir. Balafiran heya deşta Jajolan û Kiwêrekan ku tenê 3 kîlometre ji gundê Gelawe dûr e, bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ziyanek mezin gihaştiye bax û baxçeyên şêniyên herêmê. Nayê zanîn bê ka balafirên keşfê yên kîjan dewletê ne. Lê tê îdiakirin ku balafir ên dewleta Tirk in.

Qeymeqamê navçeya Mawet ya herêma Şarbajêr Kameran Hesen got: “Balafiran îro du caran herêm bombebaran kir. Balafirên keşfê jî heya saet 12:00’an li ser herêmê digeriyan.”


Mijarên Din