‘Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro yên ewletirîn in ji bo gelê Sûriyê’

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewletirîn herêm in ji bo gelê Sûriyê.

Li dijî tawanên rejîma Sûriyê yên li dijî QSD`ê, Şepêla Çepgir a Şoreşgerî ya Sûriyê bersiv bi daxuyaniyeke nivîskî da û îşaret pê kir ku derketina gelê Sûriyê ji aloziya ku tê re derbas dibin û vekirina asoyên pêşerojeke baş, yekitiya têkoşîna hemû gelê Sûriyê ya xwedîlêderketina tecrubeya Rêveberiya Xweser da ku ji rejîma sosret, hêzên dijberî şoreşê û dagirkeran rizgar bibin, tê xwestin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dar ji berhema xwe tê nasîn.

Wekî berê, li gel rejîma sosret atomeke şermê û fedîkirinê tune ye. Wezareta Karên Derve li gorî daxuyaniya ku weşandiye, tê de diyar dike "komkujî" ku QSD’ê bi mafên sivîlan de pêk anîne û gel bang li rejîmê dike vegere herêmên wan. Di heman demê de tê zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî rewşên şer û dijwariya wê, îro yên herî ewle ne ji bo gelê Sûriyê û herêma yekane ya Sûriyê ye ku tê de tecrubeya pêşketinê çêdibe.

Rejîmê daxuyaniyeke bêhêvî weşand ku wê zêdetirî 8 salan ji aloziyê ji bilî kuştin, îşkence, girtin, birçîkirin, koçberkirina ji wan re nekiriye û karaseteke ku tu gelî ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve nedîtiye, kir. Her wiha ev rejîma kujer hovîtiya xwe ya bêsînor û kîna xwe li beramber tevahî gelê Sûriyê kişf kir. Ji lew re dîtina me ew bû û hê jî ew e ku derketina gelê Sûriyê ji aloziya ku tê re derbas dibin û vekirina asoyên pêşerojeke baş, yekitiya têkoşîna hemû sûriyan a xwedîlêderketina tecrubeya Rêveberiya Xweser da ku ji rejîma sosret, hêzên dijberî şoreşê û dagirkeran rizgar bibin, tê xwestin.

Têkoşîna tevahî gelê Sûriyê ji bo aştî, rizgarî, nan û azadiyê ye."

(fr)

 


Mijarên Din