`Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê stargehek ewle ji gelê Sûriyê re ye`

Beşdarên çalakiya konvedanê gefên Tirkiyê ji bo avakirina herêma ewle red kirin û tekez kirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, stargeha ewle ya gelê Sûriyê ye.

Ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Civaka Islamî ya Demokratîk duh 5`ê Tebaxê bi dirûşmeya `Kongreya Civaka Islamî ya Demokratîk gefên Tirkiyê li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo li rex stada 12`ê Adarê çalakiya konvedanê destpê kir.

Di roja duyem a çalakiyê de, bi sedan şêniyên herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl, rêxistinên ciwan û jinan tevî meleyên mizgeftan, oldaran serdana konê çalakiyê kirin.

Di çalakiya îro de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsêxan Gulo axivî û got: "Komên çete yên radîkal di êrîşên xwe de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ola islamê bi kar anî. Tevî ku gelek ji islamê dûr in. Em herêma ewle ya kuTirkiyê propagendeya wê dike red dikin, ji ber ku herêmên me berê ewle ne."

Ji aliyê xwe ve endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Umer destnîşan kir ku Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan hewl dide projeya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û destkeftiyên ku bi xwîna ciwanên herêmê hatine bidestxistin têk bibe.

Umer avakirina herêma ewle red kir û got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên Sûriyê yên herî ewle ne û ji 8 salên alozî û şer de stargehek ewle ji gelê Sûriyê re ye.

Çalakiya konvedanê bi vegotina ritmên olî berdewam kir. Tê payîn ku çalakî sibe di roja sêyem de di saet 10:00`an de destpê bike.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din