Herêmên bêçek 550 caran hatin bombebarankirin

Şer li herêmên di bin kontrola komên çeteyên Tirkiyê de di roja 11`an de gur dibe, li bejahiya Idlib û Hemayê zêdetirî 550 êrîşên hewayî û yên topavêjan çêbûn, di wextekê de ku komên çete hewl didin gelek gundên li bejahiya bakurê Hemayê careke din vegerînin.

Di roja 11`an de şer li “herêmên kêmkirina şer" bê navber didome. Duh hêzên rejîmê û balafirên Rûsya bejahiyên Heleb û Hemayê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku hejmara bermîlên ku hêzên rejîmê avêtin, gihaştin 60 bermîlên teqemeniyê, 16 bermîl li ser bajarokê El-Hebîd ê başûrê Idlibê, 8 bermîlên teqemeniyê derdora Kefirnebûdayê li bejahiya bakurê Hemayê, 8 bermîl li ser Hîş, 4 bermîl li ser Til Eas, 4 bermîl li ser Şêx Mistefa, 4 li ser Has û 2 bermîlên teqemeniyê li Medaya, her wiha Kefirsencê, Mera Hirmê, Merzîta, Termela, Kefirên, Ihsim û Şêx Damisê ketin.

Her wiha balafirên şer ên rejîmê bejahiyên Idlib û Hemayê 55 caran bombebaran kirin, 11 caran li derdora Kefirnebûdayê, 12 caran li ser Hebîd, 8 caran li ser El-Qesabiyê, 8 caran li ser Xan Şêxûn, 3 caran li ser Rikaya Sincê, Mera Hirmê, Kefirsincê, derdora Mera Niman, 2 caran ser Kefirzîta û carekê li derdora El-Barê û Kefirnibil.

Hejmara bombebaranên balafirên Rûsyayê gihaşt 38 caran; 8 caran li ser Hebîd, 6 caran El-Qisabiyê, 4 caran Kefirzîta û 2 caran Şêx Mistefa û Kebanê, derdora Sîhan, Kefirsincê, Rakaya Sincê, bakurê Kefirnibilê, derdora Neqîr Merzîta û Mera Sîn hatin bombebarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê çavdêriya ketina derdora 392 topên hêzên rejîmê li ser herêmên bejahiya Hema û Idlibê kir, herî zêde bajarê Xan Şêxûn li bejahiya başûrê Idlibê hate topbarankirin. Her wiha Enkawî, Hebîd, Qesabiyê, cihên din ên başûrê Idlibê, derdora Ketîbê, Tewîl Helîb û li Sehil El-Xab û çiyayê Şehşibo hatin topbarankirin.

Der barê mijarê de çavkaniyan ragihand ku di encama şerekî giran di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên Tirkiyê de, çeteyan gundên Şerîa, Bab li Sehil El-Xab li bejahiya bakurê Hemayê û Kefirnebûdayê careke din xistin bin kontrola xwe.

(jo)


Mijarên Din