Herêmên bêçek... dijwartirîn asta bilindûna şer ji salekê ve

Herêmên bêçek ji duh ve rastî diwartirîn asta bilindûna şer ji salekê ve hat. Her wiha Rûsya û rejîmê amadekariyên leşkerî yên mezin ber bi sînorên bêçek ve birin. Her wiha gengeşî li ser şerekî li wir tê kirin. Li aliyekî din jî berpirsên navneteweyî bedbîniya xwe raber kir ku çeteyên Tirkiyê berpirsê vê yekê ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirofan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê dîsa topbarana li ser herêmên qaşo bêçek nû kir.

Derdora Meerşorîn a bakurê bejahiya Meret El-Nuiman a rojhilat hat topbarankirin. Li aliyekî dîtir jî gundê Mişêrfê yê Cisir El-Şixou jî hate topbarankirin. Li kêleka wê jî balafirên şer ên rejîmê vê sibehê deverên Kelha Medîq ên Sehil El-Xab bombebaran kirin.

Balafirên şer deverên Hiwêz ên Sehil El-Xab hedef girtin. Her wiha helîkopteran jî 4 bermîlên teqîner avêtin bajarokê Kefernibode û gundê El-Bana yê bakurê Hemayê. Li aliyekî din jî vê sibehê deverên bajarokê Miherdê yê di bin serweriya hêzên rejîmê de yê bakurê Hemayê jî hatin topbarankirin.

Girêdayî mijarê, topbaranên roketan ên ku hêzên rejîmê ji şevê din ve pêk tîne, ta vê kêliyê zêde bûn. Her wiha vê sibehê jî deverên Keferzîta û Letaminê yên bakurê Hemayê rastî gurbûna topbaranan hatin. Şevê din jî deverên Hibêt û Abdîn ên başurê Idlibê, Kefernibode û Letaminê yên bakurê Hemayê û Tiwêne û Şerîa yên Sehil El-Xab rastî topbaranên dijwar hatin.

Amadekariyên dualî...daholên şer lê didin

Bilindbûna topbaranên hewayî û bejahî li gel amadekarî û geşkirinên berdewam ji hêla hêzên rejîmê ve li Sehil El-Xab li ser sînorên Idlibê bi alavên şer ên giran û leşkaran, ya dijwartirîn e. Nexasim bi rasthatina amadekariyên hêzên Rûsyayê û pêşdebirinên alavên leşkerî û alavên lojîstîk li deverên başûrê rojavayê gundê Hiyalîn ê rojavayê Hemayê. Herêm hate paqijkirin û rastkirin û kon lê hatin vedan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kiriye ku çeteyên Cebhet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) jî amadekariyên leşkerî li nuqteyên bakurê Hema û Sehil El-Xab xurt kirin. Her wiha li rexê jî metirsiya jiyana 4 milyon sivîlan jî li van herêman heye.

Dijwartirîn asta şer ji salekê ve

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan raber kir ku şevê din çiyayên Şehşebo, Sehil El-Xab, bejahiya bakurê Hemayê û başûrê Idlibê hatin topbarankirin. Hejmara bermîlên ku li van herêman ketin ji duh sibehê ve 84 in.

Lê balafirên şer ên hêzên rejîmê şeva borî deverên Hibêt û Meerêt Herme û Sifohin ên bejahiya Idlibê piştî 12 topbaranên hewayî, bi çekên giran kirin hedef.

Berpirsên navneteweyî ji rewşa herêmên bêçek bedbîn in û çeteyên Tirkiyê tawanbar dikin. nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Geir Pedersen, Rûsya û Tirkiye vexwendin ku agirbestê li Idlibê pêk bînin.

(fr)


Mijarên Din