​​​​​​​Herîrî rê li pêşiya Tirkiyê vedike da ku Riyad û Parîs xetereya wê bibînin

Çavkaniyên siyasî diyar kir ku serokê hikumeta Lubnanê yê erkdarkirî Sead El-Herîrî got di çarçoveya keysbaziya hesasiyeta di navbera Riyad û Parisê de ya ji ber dewleta Tirk, dê peywendiyan bi Tirkiyê re çêkin û diyar bikin ku xetereya dewleta Tirk ne henekek e.

Çavkaniyan piştrast kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin erkdar kir ku kesên nêzî Saed El-Herîrî agahdar  bike ku Tirkiye amadekariya piştgiriya siyasî û aborî ya ji serokê erkdarkirî re dike.

Çavkaniyan bi bîr xist ku Sead El-Herîrî dixwaze Riyadê vegerîna qada Lubnanê û dev ji helwesta neyînî berde, her wiha dixwaze Parîs jî zextê li serokatiya yekem bike û der barê dosyaya hikumetê de tawîzan bide.

Lê heta niha siûdiyan tu bertek nîşan nedane, ji ber ku dibînin El-Herîrî kiryarekî wiha nake û agahiyên der barê siyaseta şantajê de erê nake.

(eh)


Mijarên Din