Heşdî Şabî û DAIŞ’ê li Xaneqînê li hev da 

Endamên Heşdî Şabî li herêma Xaneqînê kemînek li ber çeteyên DAIŞ’ê veda. Di encamê de şer di navbera çete û endamên Heşdî Şabî de rû da û 4 endamên Heşdî Şebî birîndar bûn.

Duh bi şev li gundê Elî Sedun ê navçeya Gile ya navçeya Xaneqînê ya Kurdistana Başûr di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Heşdî Şebî de şer çêbû.

Li gorî agahiyên berdest, endamên Heşdî Şabî kemînek li ber çeteyên DAIŞ’ê danî û piştî ku çete ketin kemînê, di navbera her du aliyan de şer çêbû. Hate zanîn ku di encamê de 4 endamên Heşdî Şabî birîndar bûn. Der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahî bi dest neketin.


Mijarên Din